sałêk meḧmû paşay caf legeł bawkî cemîl...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  552 views

sałêk meḧmû paşay caf legeł bawkî cemîl begî baban dujminayetîyan hebû, meḧmû paşa nardî le her tayefeyey çil swarî ko kirdewe. şew û řojêkî tewaw qisey legeł kirdin û înca nardinî ke biçin le kifrî, legeł dujmin şeř ken. řoyştin le dway sê řoj leşkireke geřanewe. pirsî: çîtan kird? wityan: «qurban! pêr geyştîne qerax şarî kifrî, tegbîrman ekird ke çon biçîn dujmin bikujîn û lew wexteda yekêk carêk pişmî -wate sebrî hêna- îtir êmeş geřaynewe bo dwawe!»