kabrayek lew deşte cigerekêş ebê bełam ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  554 views

kabrayek lew deşte cigerekêş ebê, bełam hîçî pê nîye, tûşî goranêk ebê ełê: abra kîse tûtneketim pê bide. kîsey edatê. ełê: abra peřeyekîşim pê bide. peřeyşî edatê. ełê: abra tu xwa qingêkîşim pê bide! mebestî le qing eẍzecgereye! qingîşî edatê. înca ełê: abra kuçk û çexmaxekeyşim pê bide. ewîşî edatê!

bexêr bem core cigereyekî bo dirust ebê û goraneş le tirsî ewe newek kîsekey dest nekewêtewe nawêrê hîç deng bika!