lem sałaneda le binarî koye kabrayek heł...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 15 minutes  884 views

lem sałaneda le binarî koye, kabrayek hełkewtibû «xurşe kwêr»yan pê ewt, xurşe le pyawxirapîda wekû gurgî harî lê hatbû, be corê nawî derkirdibû, mindałî naw bêşkeyan be nawî ew etirsand û jîr ebowe. xurşe «çete» bû, desteyekî pêkewe nabû řawwiřût û pyawxirapîyan ekird, wiłatî koyeyan hênabuwe zelalet. karwanyan řût ekirdewe, pyawyan ekuşt sereřay emeş le şwênêka eger tûşî afretêk bibûnaye afret eger pelî be pelî pêẍemberewe buwaye xurşe ebuwaye laqey bikirdaye! îşî xurşe way lê hat ḧukmetîş le dayexî derne’ehat, naçar ḧukmet fermanêkî derkirdibû ke herkes xurşe be zîndûyêtî ba be mirdûyêtî bihênê, pênc sed řûpyey ew dewre bexşîşî edrêtê, bełam xurşe dest kê ekewt û kê eywêra şan bida le şanî?!

le dêy «şewgêř» her le binarî koye, kiçêk hebû «fate»y naw bû, em kiçe be «fate qořîtan» benawbang bû, fate kesî nebû, tenha birayek nebê, birakey be řoj eçû belay kasbî ladêyîyewe û fateş binawanîyekey ekird, bo xoyan kulaneyekyan pêkewe nabû, be jyanêkî xoş û serberzî û dawênpakî pêkewe ejyan!

bełam fate gułêk bû le gułî cwanî ke xwa le gułistanî wiłatî koyeda be taqane dirustî kirdibû, kełegetêkî bałaberz, řûmetêkî pan û sûr û sipî, dû çawî gewrey řeşkarî birjangidrêj, lûtêkî barîk be beynî dû gona sûrekeya hatbuwe xwarewe. basî gonayan be sêwî serdeşt ekird!

memkî taze sêberî kirdibû! dû baskekey serî le pyaw têk dabû, le layekî etbînî dû baskî zêwîne û be fateweye, keçî le layekî tirewe etbînî dû baskî merdaney pałewanîye be fateweye!

şewêk lepêş melabangidana kakî fate xeber ekatewe bo ewey hestê, her ser le êware hewîrî kirduwe bîka be nan û legeł xoy berê û biçê bo ser îş. dinya tarîk bû fate ke heł’estê seyr eka daryan nîye nanekey pê bika. eçête derewe bo binarî awayî baweşe darêk bênê xêra nanekey pê bika û firyay kakî bikewê!

leber’ewe dinya tarîk bû le nizîkî awayî darî berçaw nekewt û tozê dûr kewtewe, baweşedarî kird û lew kateda eyewê bigeřêtewe xurşe be xoy û pyawekanyewe leser seryewe peyda ebin! lew deşteda û lew tarîk û lêłeda fate dengî be xwada nebê be kes naga. xurşe dewrey fate eda û tengî pê heł’eçnê, fate epařêtewe hîç kełk nagrê, kewş û pêławî xurşe maç eka, hîç kełk nagrê. ełê: xurşe ewa wam leber destita bimkuje û îşî wam legeł meke û namûsî xom û biram meşkêne. hîç kełk nagrê! le fate giryan û pařanewe û le xurşe diłřeqî û diłpîsî. bekurtî xurşe laqey fate eka û perdey kiçênî lew deşteda û lew tarîk û lêłeda heł’egrê û becêy dêłn.

ewa dinyaş bere bere řûn bowe, fate destêkî ekewête em la û destêkî ekewête ew la, nazanê çi bika, eger egeřêtewe bo małewe û karesat bo biray egêřêtewe, quř’anî ke’be bikate milî, bira biřway pê naka û eykujê, ey nageřêtewe řû bikate kwê û bo kwê biçê?! lem deryay fîkireda emênê û dinyaş ta bêt řûntir ebêtewe, çarnaçar axir fîkirî xoy dênêtewe ser ewe ke bigeřêtewe bo małewe û deng neka ta bizanê paşeřoj be çî ega.

baweşe darî xoy heł’egrê û dêtewe, nan bo kakî dirust eka û bira eçê bo ser îşî xoy, emîş ew řoje ta êwarê pejare day’egrê û nazanê çî bika? le axra fîkirî dête ser ewey ke be şew boy derçê û biçê be şwên xurşeda bigeřê bełkû le şwênêk tûşî bibê û tołey xoy lê bikatewe û namûsî xoy û biray werbigrêtewe. xurşeş îtir ewe ’adetî bû ke êwarey lê ehat nizîkî awedanî ekewtewe û be řoj legeł hawřêkanya lew şax û çyayane xoyan eşardewe, le helêka řawwiřût û pyawkujeyyekyan ekird û dîsan xoyan win ekirdewe.

fate, êware ke biray le kej dêtewe nanî bo dirust eka, nan exon û enûn. bira hîlakî řoje, zû xewî lê ekewê. fate ke diłnya bû wa biray xewî lê kewtuwe behêwaşîyek lenaw cêgekey dête derewe, tifeng û fîşekdanî biray wa hełwasrawe, fîşekdan le pişt ebestê û tifeng ekate şanî û le mał der’eçê û řû ekate ew deşte. lem şîw bo ew şîw, lem kêw bo ew kêw, ta berî beyan esûřêtewe û tûşî hîç nabê, ke ezanê wa îtir demedemey beyane egeřêtewe bo małewe. tifeng û fîşekdan ekatewe be dara û xoy ekatewe be jêr cêgekeyewe.

fate bem core dest eka be şew derçûn û be şwên xurşeda geřan, ta nizîkey de panze şew, bo negbetî ew tûşî hîç nabê û nîşanêkî le xurşewe dest nakewê, bełam her waz nahênê û ew řêgey derçûne ke girtûyetî be şew her eygirê.

şewêk fate leser řê û şwênî xoy eřwa, kuřey biray le nîweşewa kitupiř xeberî ebêtewe, bangî fate eka ke awî bo bênê! temaşa eka deng nîye, fate, fate, hîç deng nîye. ełê: afrete û çote ser pêşaw êsta dêtewe, fate her nehatewe, kuře diłî kewte çekerekirdin û hesta çuwe derewe û destî kird be geřan, seyr eka fate le hîç şwênê nîye! her betewawî kewte gomî pejarewe, ke hatewe jûrewe seyrî kird tifeng û fîşekdanekeşî dyar nîye! îtir betewawî serî lê têk çû, zanî fate birdûyetî û nazanê çi basîşe!

lem gêjawî xeyałeda bû, kitupiř gwêy le xişeyekî behêmnî dergake bû! gurc xoy kird be jêr cêgekeyewe û xewî le xoy xist. ke seyrî kird wa fate bebê deng û seng û zor benermî hatewe jûrewe, tifeng û fîşekî wekû xoy danayewe û xoy kird be jêr nwênekewe!

kuře lem karesate aramî lê hełgîra û hat deng bika, paşan witî: em îşe îşî taqe şewêk nîye, çak waye deng nekem, sibey şewê hestim şwênî kewm bizanim mesele çîye?! ew şewe řojyan kirdewe û beyanî kuře hesta çû bo ser îş û karî xoy û êware geřayewe û nûstin, bełam kuře her ewe bû xoy kirde nûstû egîna nenûstibû.

şewê le nîweşewa fate wekû caran ke zanî biray xewî lêkewtuwe, hełsa tifeng û fîşekî hełgirt û çuwe derewe, kuřî birayşî lepaş tozêk emîş hesta û dûr û nizîk zor bebê hestî şwênî kewt. seyr eka fate lem kêw bo ew kêw, lem doł bo ew doł fîşekî xistote ber lûley tifeng û be destyeweye û egeřê! lepaş geřanêkî zor, kuře îtir aramî lê biřa û çû lêy aşkira kird û witî: fate çîye û çi karesatêke? şêt bûm têm bigeyene!

fate ke lew deşteda û lew nakaweda biray xoy leber demya çaw pêkewt, tezûyêk hat hemû leşî tenyewe û wişk řawesta! lepaş ewe ke tawêkî kişumatî perdey kêşa be seryana, fate le xewî sersamî xeberî bowe û hoşêkî hatewe be xoya, witî: kake danîşe, lem toy tarîkîy şeweda û lem deştî dûr le awedanîyeda ke tenha xwa û tapoy samnakî tarîkîy şew nebê, hîçî tir dyar nîye, danîşe ta le karesatî řojgar û le çewaşeyîy bextî bedkirdarmit têbgeyenim!

bira danîşt û xuşk le berdemya, ewey be serî hatbû lew şewe û ke hesta nan bika bo biray û daryan nebû lepêş beyana řûy kirde deşt bo dar û xurşe kwêr û hawřêkanî tûşî bûn û xurşe be destî sitemkarî - herçende em lêy pařayewe kełkî nebû - perdey kiçênî hełgirt û emeş çend şewe bem core ke êsta ew eybînê, ’ewdałî şwênî xurşeye ke bełkû tołey xoy lê bikatewe, ta êsta bem core tûşî bû be bira sersam û çolgerdekeyewe be şwênya! emaney hemû bo gêřayewe.

fate em qisaney kird û destî bird tifeng û fîşekdanî le milî damałî û le berdemî kakya dayna û witî: êstaş ewe şewe û kes dyar nîye, eger biřwam pê ekey bew xwayey ke tenha ew nebê kesî tir lem kateda agay le ême nîye, karesat bew core buwe ke bot egêřmewe. eger biřwaşim pê nakey ewa fîşek leber lûley tifengaye tifengêkim pêwe binê û bimkuje bo ewey ke ême ta êsta be serberzî û be řûsûrî jyawîn le êsta bedwawe le nawçewanî minewe to lekedar nebî û gyanî min bibê be gawgerdinî taqe se’atêkî şeref û nawbangî to.

çołîşe kes nazanê, etwanî lepaş kuştinekem biçîtewe małî xot û beyanî deng wa biław bikeytewe ke xuşkim dyar nîye û lepaş geřan û pirsyar dyare termekem edozrêtewe û enêjrê û toyş goya her le em la û ew la û pirsyar ekey be şwên ew keseda ke xuşkitî kuştuwe, emeş bo ewe ba paş minîş qisey kuştinî min nedene pał to û tûşî hîç nebî. eger eme ekey, bîke, eger xo naşîkey tozê pişût bibê bêguman xwa em nihênîye der’exa, ew wexte eger xuşkit řûsûr û bê gunaḧ bû der’ekewê, eger xo wayş nebû fîşekekey êsta her emênê!

kuře ke gwêy lem qisane bû, lem ’alemewe kewte ’alemêkî tir û dengî diringey sersamî le mêşkya peyta peyta tewnî enenî! herçend dinya şew bû, bełam eger řojîş buwaye ewa dinya lew şewe tarîktir ebû leber çawî, kewte gêjawî em heresewe. lepaş lêkdanewe û sêwdûyekî zor le diłî xoya tifeng û fîşekî hełgirt û witî: fate heste ba biçînewe bizanîn em dinyaye lebarey êmeda be çi karesatêkî tir awse û çi řûpeřeyekî tirman bo dênête pêşewe!

sa zorî pê neçû herwa be dem kişumatî řoyştinewe fate seyrî kird le kwêreşîwêkî dûra tarmayîy dûkełêkî berçaw kewt! westa û witî: kake! ewa lew şîweda çawim le dûkelêke, birayetîm legeł bike û îznim bide ba biçim bizanim çîye? ê, bełkû eme xwaye xurşe bêt, to lêre řaweste be fiřkanê egeřêmewe lat!

kakî ke lay kirdewe řaste dûkełêkî berçaw kewt. be laye zor û be laye xwahîşt îznî da û witî: biço!

fate ke çû temaşay kird wa le kwêreşîwekeda xurşe û dû zelamî tir danîştûn, çayan lênawe, ça exonewe! bebê ewey ewan hestî pêbken xêra geřayewe bo lay birakey û witî: kake! xwa hatuwe be hanay dawênpakî û bêgunahîy minewe, ewa xurşe xoy û dû kesî tir le hawřêkanî lewê danîştûn ça exonewe. êsta minîş afretim û çist û çalakî pyawim nîye bo řakirdin, lêreşewe ta koye řêgeyekî dûre, le twanay mina nîye bem dem û destye, tifeng û fîşekeke bide be min, to biço bo koye xeber be mefreze bide ba bên, pênc sed řûpîyekeş wer’egrî, ta êweş egenewe, eger min hêştim emane derçin ew wexte gulleyekim pêwe binê! kuře lepaş lêkdanewe tifengî da be xuşkî û xoy řuwew koye bowe. mawey koye û ew şwêneş sê se’ate řêgey pêyan ebû.

lew lawe kuře řoyî û lem laşewe fate tifengî girt be destewe û wekû şêrî birsî ke be şwên nêçîra bigeřê û nêçîrî xoy dest kewtibê, bew çore dewrey xurşey da, ta geyşte em pileye dinya bere bere řûn bowe. emîş leser seryaneweye û kirdûye beser kiławeyekda fîşekî leber lûley tifengaye û boyan çuwete parêzewe bew nyazey ke yan tinoke xwêne benamûs û piř le azayîyekey xoy lewêda biřêjê, ya eger hewr pelêkî řakêşê û xurşe bifřênê, em neyełê.

lew serdemeda ke dinya wa her perdey tarîkî edate lawe, yekê le hawřêkanî xorşe heł’estê bo ewe řêwban taqîy bikatewe û îtir ew şwêne becê bêłn û biřon. ke heł’estê û seyrêkî em la û ew la eka, temaşa eka wa le tozê dûrewe yekêk be tifengewe beser seryanewe řawestawe. xoy ekêşête pena berdêkewe û ewîş dest edate tifeng û bangî hawřêkanî eka. lem kateda fate destî le kara ebê û tifengêkî tê egrê. gulle wekû agirî qudret eřwa, ta kabra dest be pê tifenga dênê, gulle enîşêtewe benaw çewanyewe! le nîwey lûtî berew jûr be mêşkyewe eypirjênêtewe ew nawe!

hawřê řast ebnewe û ebê be şeře tifeng, beher layekda ser derdênin, fate be gulle berengaryan ebê! dîsan gulleyekî tir awqey ew hawřêkey tirî xurşe eka eyda le şanî û birîndarî eka, birîndarêkî wa ke kełkî ewey ebřê dest bidatewe tifeng. mayewe ser xurşe û fate, em duwe wekû dû şêrî tûře be gulle hawîştin û be berengarîy yek kirdin ber ebne yek! dinya tengî be nîweřo hełna, ew duwe bew core le cenga bûn û fate neyhêşt xurşe le şwênekey dûr kewêtewe, lew wexteda bira be deste mefrezey polîsî ḧukmetewe geyşit û dewrey xurşeyan da! ta em wexte ewî le estoya bû ke berełanekirdinî nêçîrekey bû becêy hêna!

le řastîda xurşeş merdane hate dest, ta axir fîşekî pê nema, enca tifengekey fiřê da û ew wexte polîsekan çûn girtyan û dayane pêş bo koye, hawřêkanî ewe bû yekêkyan kujrabû termekeyan xiste ser wiłaẍêk û ewî keşyan be birîndarî legeł xoyan bird. em karesate le wiłatî koye dengêkî gewrey dayewe.

ke emane biranewe koye, kujraweke nêjra, bo xurşe û hawřê birîndarekeşî meḧkemey kubra her le şarî koye danra, yekêk le endamekanî meḧkeme mela sidîqî nazenînî bû, çend řoj ew muḧakemeye dirêjey kêşa û bas û xwasîş aşkira bû, ’alemî koye hemû eçûn û tînûy biřyarî meḧkeme bûn.

fateş bebê pisan hemû řojêk le seretay muḧakemewe ta dwayîhatnî, eçû le goşeyekî jûrî meḧkemewe da’enîşt û gwêy le karesat û pirsyar û wełamî endamî meḧkeme û xurşe egirt. le dwayîhatnî meḧkemeda endamî meḧkeme be dengî berz biřyarî dadî beser gwêgrana biławkirdewe be panze sał ḧepis bo hawřê birîndarekey xurşe û be xinkandinî xurşe ta mirdin.

lem kateda fate řast bowe û řûy kirde endamî meḧkeme witî: a destûrim edenê tenha taqe qiseyek lem jûrî meḧkemeyeda legeł xurşeda bikem? meḧkeme lepaş pişkinînî fate bo ewey nek çekî pê bê, îznî da! înca çuwe berdemî xurşe û dû simêłî zilî pêwe bû, simêłekanî girt û dû tifî kirde nawçawanî, witî: xurşe ew şewe çendet lê pařamewe ke destim lê mede? çend xwa û pêẍemberim kirde tikakarit? çende xom xist beser pêławekanta? ke xwa řeway heqî nîye to wa le min ekey. a eme řojekeye ke xwa heqî bêgunaḧan estênê û ba sitem dirêjeş bikêşê her ebê sitemkar be tołey xoy bigatewe. we berełay kird xurşeş her ewende hate ziman, witî: řast ekey û heqte. meḧkemeş lew şwêneda hełnesta ta biřyarêkî řesmî bo fate derkird ke be şer’ û be qanun em kiçe be kiç binasrê û hîç gerdêkî lê nenîştuwe! fate be řûyekî le mang nûranîtir û geştir le jûrî meḧkeme hate derewe, kakîşî pênc sed řûpîyey xoy wergirt, hawřêy xurşeş xiraye bendîxaney panze sałî xoyewe, xurşeş nêrraye hewlêr, lewê sêdarey bo hełxira û milî kira be tenafewe û xinkênra, le beyanîyewe ta êwarê be darqewaxekewe mayewe. wiłatîş řizgarî bû le caneweryetîy ew canewere be hoy bahwî merdaney fatey qaremanewe!