kabrayekî xoşnaw be karwan çûbû bo ew ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  608 views

kabrayekî xoşnaw be karwan çûbû bo ew wiłatî alane, sebîlêkî kiřîbû birdibûyewe bo lay xoyan, lewê leser şaxêk çend kesêk le awayîyekey xoyan lêy ko ebnewe û seyrî sebîleke eken, yekêkyan kitupir sebîlekey le dest ekewête xwarewe û zerdukaw ebê, bewêda sebîl eřwa!

emane ekewne peroşewe ke çon sebîle bênnewe? yekêkî jîryan ebê, lenakaw heł’edatê ełê: madoş damayne? nuke min sebîlantan lo dînmewe. ełên: ku? ełê: min destî xom le qefî wî dare degêřim û xoş şoř dekem, yekê le engoş destî xo le qaçî min tund ka û xoy şořkatewe, yekêkî tirîş le qaçî wî ta egeyne sebîlan!

hemû ełên: başe to em fîkiret le kwê kird? kabra baweş be darekeda deynêtewe û yekêkî tirîş qaçî ew egrê. bekurtî wekû xoy witûyetî wa eken û bew core xoyan şoř ekenewe be şaxekeda. kabra ke pênc şeş kesî pya dałeřoçke ebê, destî şil ebê û şanî wext ebê le bin derbê. bangyan lê aka ełê: desta xo tund bigirin tif le destan dekem! her ke dest le dar bereła eka hemûyan ekewne xwarewe heprûn be heprûn ebin!