le gundêkî ew xoşnawe małêk le gundêkî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  618 views

le gundêkî ew xoşnawe, małêk le gundêkî tir bûkêk dênin. bûke ta dû sê řoj mîwan ebê û hîç îş naka. lepaş sê řoje xesuwekey pêy ełê: de kiçim hełse ewe awe û ewe swêneye û eweş arde lew kenuwe lew dîwî kołekekewe byanhêne û hewîreke bike. kiçe heł’estê û eçête ber kenû ard derbênê, wa řê ekewê ebê destî bem la û bew lay kołekekeda berê ta ardeke le kenuwekey derbênê. ke dest eba, paşan destî bo dernayetewe û her lewê wişk ewestê! xesuwekey ke eybînê wa bûke her dyar nebû, bang eka: ḧayşê, ḧayşê! ew çima dyar nît? ḧayşêş ełê: maba key? destanim ḧasî bûyne!

xesuwe, ke eçê řaste destî gîrî xwarduwe, çunke destî bem la û bew lay kołekekeda birduwe û piř mistî kirduwe le ard, îtir çar nîye! eyka be hera û hemû awayî ko ebnewe ke çarî em beła gewreye biken, bûk řizgar biken! mamotkêk ełê: ebê herdû destî bibřênewe! dest eba bo «heře - mişar» eyhênê herdû destî bûke bibřêtewe! mamotkêkî tir ełê: ne babe wa nabê bûkêman bêdestan debê, ba kołekey bibřirêtewe! hemûyan ełên: ey małit kawil bê lo zekawetit?! çima em fêłet zanî?! her yeke dest edene tewrêk û kołeke bibřinewe!

kabrayekî koyîş lewê bû, seyr eka eger kołekeke bibřinewe xanuweke eřûxê û ewîş serî tya eçê. her xêra pelamarî serî bûke eda, derzî be serewe ebê, derzîyekî lê ekatewe û eyçizênê be destî bûkeda. bûke ke çizey derzî hest eka, herdû destî xoy bereła eka! înca xełkeke dewrî kabrayan da, eyanut: to firîştey! bûkanit le kenduwan kirdotewe!