le serguzeştî kurdaneye egêřnewe, ełên ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  769 views

le serguzeştî kurdaneye egêřnewe, ełên:

carêk pîrêjnêkî kurd eçête lay silêman pêẍember, ełê: dêwêkim biderê tenha řojêk bo ewey koşkêkim bo dirust bika. silêmanîş dêwêkî edatê. dêwe le beyanîyewe ta nîweřo koşkêkî nayabî bo dirust eka, lepaşa ełê: îşî tirit heye ta bot bikem? ewîş ełê: hîç îşî tirim nîye. dêwe ełê: axir nabê bê îş dabnîşim, min bo ewe hatûm řojêk îşt bo bikem. dest eka be têkdanî koşkeke, ta êware têkî edatewe û lêy eda eřwa!

pîrêjneke beyanî lêy eda eçêtewe bo lay silêman pêẍember, karesatekey bo egêřêtewe, ełê: dêwêkî tirim biderê ba koşkêkî tirim bo dirust bika. ewîş dêwêkî tirî edatê, emîş wekû hînekey dwênê, ta nîweřo koşkeke dirust eka û leber bê’îşî ta êware eřuxênêtewe!

pîrêjneke serlenwê eçêtewe bo şikat. silêman pêẍemberîş ełê: daykim axir heqyane nabê bê îş dabnîşin. pîrêjin ełê: dêwêkî tirim biderê îşî bo edozmewe. dêwêkî tirî edatê, emyan ta çêştengaw koşkeke dirust eka û lepaşa ełê: îşî tirit heye? pîrêjne ełê: a, heye; dênê baweşênêkî edate dest û lingewqûç boy ekewê û kunî eşkewtekey xoy exate berdestî û ełê baweşênî em eşkewte bike ta be ba kunekey egrît!

dêweş dest eka be baweşênkirdin ta deme demî ’esir betewawî destî şil ebê, lew kateda pîrêjneke dinya germe û fênkî ebêtewe, tiřêk ekenê! dêweke řa’eçłekê û ełê: ewe çî bû? ewîş ełê: ewe kunî tê bû. dêwe serêk ba eda û ełê: mubarek nebê, min hêşta ewî tirim negirtuwe wa kunêkî tirîşî tê bû! her heł’estê baweşêneke fiřê eda û boy der’eçê.