sałêk le wextî behara komełêk danîştibûn ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  777 views

sałêk le wextî behara komełêk danîştibûn, le gwê awêk, yekêkyan witî: be xwa behar xoşe pyaw biçê bo seyran û çiştî xoş legeł xoy berê yarî û geme biken, yekêkî tiryan hełî daye û witî: xało! naşukirî nebê keyfixoşî nemawe. be serekey to sałêk małman lem şarezûre bû, řojêk kuře kuřey hawmał girdibûynewe, yekê mast, yekê mastaw, yekê do, yekê sîrêj, gilêrman kirdewe, lale fetem - beřeḧmet bê - meşkeyekî sûrî małî mîmke ferxe hebû teqełbiřman kird, swarî nêrekere bozî xoy bû, meşkey naye berdemî bo serawî subḧan aẍa. katê řwanîman le nîwey řêga pişkî meşke berbuwe, hîçî dest nekewt pêy bigrêtewe, laley çemerîm naçar kêrî xoy naye kunekeyewe heta çûyne ser sedeke lewê řaman kird, sê çwar tebeqman hawird meşkeman tê qiłpand. înca yekê nanî genim, yekê nanî cořeşî germyan, yekê nanî zeřat - xwa neybirê - têman wiłî û kirdiman be ziłyawpiłyaw her yekê be qed mangayekman xward, îtir lew serewe be şeq le yek hełdan hatînewe, êstake kwanê ew seyr û sefaye?