pyawêk gêřayewe, witî řojêk tûşî kuřêk ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  749 views

pyawêk gêřayewe, witî: řojêk tûşî kuřêk bûm segêkî semend kirdibû, şîrêkî řûtî be destewe girtibû, lêm pirsî: bira eme çîye? em sege bo kwê ebey û çî lê ekey? witî: wełła bira êjin segeket har bûge, wa minîş eybem eykujim. witî: minîş pêm wit: xwa hełnagrê em sege hejare boç ekujî? hîç nîşaney harî pêwe dyar nîye, ewîş witî: bira bim we qurwanit, ewete har bûge, bêjim segî hare, to bêjî şexse, hawmałe dwît bawkekanim yêjin har bûge, bêjim çî? kabra witî: minîş řoyştim îtir řanewestam qisey tirî legeł bikem.