dû aẍa pêkewe qawiłtî eken yekêkyan...
dû aẍa pêkewe qawiłtî eken, yekêkyan dinke birinc be řîşyewe emênêtewe, xizmetkarêkî aqłî ebê derfetî dest nakewê ke aẍa têbgeyenê. înca her le dîwexanekeda řûy tê eka û ełê: aẍa askê le çîmeneketa eleweřê, emir bike be pênc kes biçin derîken! aẍa destibecê tê’ega û dest eba be her pênc pencey denke birinceke der’ehênê û fiřêy eda.
aẍakey tir ke dêtewe małewe eçête edebxane û be xizmetkarekey xoy ełê: a biço mesîneyekim bo bêne. kabra mesînekey bo eba û aẍakey pêy ełê: agat lê bû xizmetkarî xełkî çilon aqłane aẍay xoyan tê egeyenin? bo ew denke birince ke le řîşya mabowe. desa toyş bizanim etwanî aqłîyekî wa binwênî? xizmetkar ełê: bimbîne! be hîway ewe nokerekey qiseyekî aqłane bikat, denkê birinc be řîşî xoyewe qaym ekat. xizmetkarekey çawî pê ekewê ełê: aẍa, aẍa! ewî ser pîşaweke wa be řîştewe!