kabrayekî baneyî hebû gułimḧemmedî...
kabrayekî baneyî hebû, «gułimḧemmed»y naw bû. aza û netirs bû, hemû carêk be tenha karwanî le banewe ebird bo seqiz û le seqzewe karwanî ehênawe bo bane, cerde neyan’etwanî biçne ser řêy, řojêk çwar hetîw tegbîrî lê eken, ełên: ne ême ew bikujîn û ne ew ême bikujê, be fêł řûtî bikeynewe.
heł’estin le kelîxan leser řêgekeya boy da’enîşin, wextê le dûrewe qerantiwî der’ekewê, her çwaryan tifengekanî xoyan eşarnewe û ebin be dû destewe û be diro dest eken be cinêwdan be yektirî û lepaşa be zille û mistekołe le ser û gwêlakî yek ber’ebin.
gułimḧemmed ke ebînê dest eka be cinêwpêdanyan, ełê: hetîw şeř meken lêtan edem û lûle tifengê lebin destî yekêkyan esrewênê. kitupiř yekê lûle tifengekey û yekê ciłewî espekey û dwanîşyan her yekey qulêkî egirin û day’ebezênin, pak û puxte řûtuqûtî ekenewe!
îtir gułimḧemmed wekû şelî şwanan - gaw, dêtewe! lêy epirsin: xo to kes ney’etwanî bête řêt em care boçî emet beser hat? witî: fiłanî herkesê le kelîxan pyawetî bikat, wehay beser dê!