melayek bo ḧec eçû lew wiłatî şam...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  839 views

melayek bo ḧec eçû. lew wiłatî «şam»eda legeł gawrêk bûn be hawřê. ke em eçû bo ḧeleb, şewê pêkewe danîştibûn. gawreke destî bird qapêkî derhêna û destî kird be ’ereqxiwardinewe, pyałeyekîşî têkird û daye dest melake. mela bebê qise werîgirt.

înca gawreke witî: «qurban eme ’ereqêkî çake». mela witî: «be çîya ezanî?» witî: «qurban, pyawekey xomim narde bazař, witî: le cûlekeyekim kiřîwe, cuweş swêndî xwarduwe ke ’ereqêkî kone û hîç şitêkî têkeław nekirawe».

mamosta ke emey bîst, xêra pyałekey na be serewe û çořebřî lêkird, witî: «to kerî! ême ke basî ḧedîs ekeyn, ełêyn le tab’înewe, tab’în le esḧabewe û esḧab, le pêẍemberewe. êste min çon biřwa ekem ke gawrêk le pyawekeyewe û pyawekey le cûlekeyekewe qise bigêřêtewe? biřwa bike her leber ewe xwardimewe ke řêgey qisegêřanewekem be lawe behêz û baş nebû».