xizmîne werin

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  1147 views
xizmîne werin takû bequrbanî weten bîn
qurbanî çya û deşt û byabanî weten bîn
ta key le kun û qujbinî wêrane bimênîn
ba îdî leser koşşî ’imranî weten bîn
ta key bigrîn ême wekû hewrî beharî?
wek ře’dî sema dayme nałanî weten bîn
boç pê nekenîn lem çemenistane wekû guł?
boç ẍunçe sîfet ser be girîbanî weten bîn?
bo gerdin û sîne û kemerî dujminî bedxû
ba dest be qeme û xencerî biřřanî weten bîn
ya řeb çi debê êmeş eger «her wekû be’zê»
leşkirişken û řostemî meydanî weten bîn
ta key edwêy kanîPen name le ewsafî xet û xał?
wa çake lemewla ke ẍezelxiwanî weten bîn!