ser firo nakem

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 1 minutes  1400 views
ser firo nakem bo ’alem çunke ’alî hîmmetim
naçwênim bo hemû dinya le destim řeẍbetim
nabme sa’îl le ’alem sa’île ’alem bexwa
’îzzetî nefsim heye nałême ḧatem qibîletim
min ke řazî bûm be kem nabim le şahenşahî ke
ger nekem şekway ḧałim kê dezanê zîlletim
sîm û zeř ger çim nebê emma diłim musteẍnye
şahîde asarekem me’lûm eka mahîyetim
nakes û na’ehil û naqîs her nezanin çaktire
kamił û dana le guftarim dezanin qîmetim
zahîrim her merdî meydanim wekû şêrî dilêr
gwêt le beytim bê deka îsbatî nutiq û quwetim
’arîfî ’esirim, edîbim, ḧuřiř û serbest û fehîm
bê muḧaba şa’îrim, meşhûre kanîPen name şuhretim