kabrayekî şarî hebû, diłî çûbû le jinêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 8 minutes  696 views

kabrayekî şarî hebû, diłî çûbû le jinêk, aramî lê hełgîrabû, sewday afret way lê kirdibû le karu kasbî kirdibû, ne xewî hebû ne xwardin, zerd û lawaz û bê tîn bibû, îş û karî hatbuwe ser ewe le beyanîyewe ta êwarê lew kołaneda ke małî afretekey lê bû, řûy ekirde koşkî jine û bebê deng û seng ewesta û hîçî tir. řojêk pîrêjnêkî pût - sipî pişt komawe, bewêda eřwa, çawî be kuře ekewê, boy der ekewê ke eme tîrî nazî çaw kałêk karî tê kirduwe. lêy epirsê kuřî pûrî xot ewe çî ekey lêre?

kuře be hezar ḧał dête ziman û ełê: pûrê wazim lê bêne û biço be řêy xotewe. ełê: kuřim řazî diłî xot be pûrî xot biłê, çarit ekem. kuřehenaseyekî pya dêtewe û ełê pûrê gyan ewey řastî bê çawî geşî çaw kałêk bem derdey birdûm. ełê: řołem kamete małekey? we ełê pûrê gyan a ewete kewa serî birduwe ba’asmana. ełê: çî edey be pûrî xot be muradî xotit bigeyenê. ełê: pûrê bêcge le małî dinya ewa gyanîşimit le ber destaye.

ełê: řołe le îmřowe ta pênc řojî tir pûrî xot ew afretet bo dênête małî xoy, le řojî pêncema û le fiłan se’at û le fiłan deqîqe da toş leser kołanekey ême řaweste dêm be şwênta etbeme małewe û be arezûy xot le gełî geme bike. ewey minîş emewê le to tenha menê «petik» e. kuře witî: pûrê gyan serumałim hî toye, petik çîye? witî: le petik zyatir hîçim nawê. kuře witî: pûrê çon ełêy wa ekem. leser ew qewł û qewałe lêk cya bûnewe.

pûrê řoyşit le pêşa «gucîl - tûtełe» segêkî biçûkî peyda kird û birdye lay xoy û girtye şîr û şekir û kulêre û řon û xwardinî xoş. lewlaşewe tezbêḧêkî denk gewrey sed daneyî kirde milî û serpoşêkî sipî dabe serya û be lerze lerz dem be «subḧanełła» we hesta çû bo małî jine, jineke çawî hełbiřî pîrêjnêkî nûranî dem be tesbîḧatewey hate berçaw, hesta û çû be pîrîyewe be xêrhatnî kird û dayna. pîrêjin leber zîkir û fîkir pêy ne’ekira qise bika. tozê qisey dîn û dyanetî legeł jine kird û hesta řoyştewe.

ta çwar řoj bem core hat û çwî jiney ekird wirlewlaşewe ewendey hêlke û řon û kulêre û řon dabû be tûtkeke be tewawî xirpine bibû, le nakaw hênay xwardinî lê biřîyewe û hîçî nedaye. şew û řojê bem core gucîlekey bê xwardin hêştewe, gucîley beste ziman le birsana nûzey eçû be ’asman înca le axrî şew û řojeda naw sacîyekî bo dirust kird û piřî kird le ałet û del wibîber û xwê, nawsacî leber dem tûtełeda dana.

tûtełe leber birsêtî ney pirjaye ser tûn û tîjî nawsacîyewe û hemûy xward. ke lê bowe le paş tozêk leber tîjî û swêrî nawsacî xuřxuř aw be çawî tûtełe sega ehate xwarewe! înca pîrêjin tûtełey xiste şwên xoy û çû bo małî jineke. lelay jinewe danîşt û destî kird be tesbîḧat kirdin û tûtełekeş le berdemya kewt û wa her awîş be çawya dête xwarewe!

ke jine çawî bem gucîleye kewt wa bew core aw be çawya dête xwarewe, pirsî: erê dapîre tuxwa ew tûtełesege boç egrî? pîrêjin witî: ey řo řołe mełê tûtełeseg! of ledest sitem û xirapey pyaw! jine dełê daxurpaw witî: bo çî dapîre çî buwe! pîrêjin be hêwaşî serî birde bin gwêçkey jinekewe - goya bo ewe tûtełeke neybyet! witî: řołe a eme kwa êsta to eybînît, kiçêkî cwanî şox û şenge pałane û nemamêk bû gelêk lew řûmete nazk û nazdarey to cwantir bû. - jine tozê çuwe pêşewe - pyawêkî sitemkar diłî lê çû, ewîş be hîç cor diłî xoy nedaye, le axra pyaweke çuwe lay cadûger cadûyekî lê kird û xistye pêsî em tûtełe segewe! ewa êsta ebînî le dax û derda bû xoy îş û karî buwe be giryan û zarî! egîna kiçî xom eme wene bê gucîl bê, bełam çî ekey le sitemî pyaw?!

jine, ke gwêy lem qisane bû, witî: ey řo! dapîre be qurbanit bim çîm lê ekey? xo minîş pyawêk diłî lêm çuwe û hemû řojêk ehat řûbeřûy małekeman ewesta, bełam eme çwar pênc řoje naybînim etirsim ewîş çûbê cadûle min bika.

pîrêjin witî: ey řo řołe! le dewrit geřêm cwan û ceḧêłî, xwa hełnagrê wat beser bê, ca bo wat kirduwe? be qur’an ewe ewîş çuwe cadû le to bika, ey henasey sardim řołe bo cwanît! jine ewendey tir agirî tê ber bû, witî: dapîre be qurbanit bim çîm lê ekey? çarim bike.

pîrêjin tozê serî daxist û serî berz kirdewe witî: řołe bezeyîm be cwanîta dêtewe, nawnîşanî ew pyawem berê, bizanim bełkû biçim bîdozmewe û neyełim caduweke bika botî bênim, bełam çî ekey be xełatî dapîrey xot? jine witî: dapîre gyan serumałim hî toye, çît ewê etdemê her bew mercey řizgarim key! pîrêjin witî: řołe hîçim nawê tenha menê «petik» nebê! jine witî: ey řo pûrê gyan menê petik çîye? min ełêm serumałim hî toye. witî: le menê petik zyatir hîçim nawê.

bem core řêkewtin û înca be jiney wit: małekey êwe cencałe heste biçîne kołane şiřekey min, her êsta pyaweket bo edozmewe û bot dehênim. jinekeş witî: ca xo pûrê gyan mêrdekem be karwan çuwe, kesî tirîşman le mała nîye. witî: na her małekey ême baştire, bełam ebê bê diłî nekey!

jine cilî cwanî leber kird û xoy tasulûs da û hesta şwên pîrêjin kewt û çûn bo małî ewan û jiney le jûrewe dana û xoy çû be şwên kuřekeda. ewa ew wext û se’ateş hate pêşewe ke legeł pyaweke bestibûy! ke eçête derewe her çende em la eka û ew la eka kabra dyar nîye. nazanê ’erz qûtî da ya ’asman hełî kêşa! êsta û ewsaş berçawî nekewt û neydozîyewe! xemî mene petkî jinekey lê hat ke le kîsî eçê! lew kateda sîrî kird wa pyawêkî tozawî şał û pîtawî pêçawe le dûrewe hat, dyar bû ke le řêgeyekî dûrewe hatbû. çû serî řêy pê girt û witî:

kake bira wadyare le řêgeyekî dûrewe hatûyt û demêke le mał û mindałî xot biřawî, were ba biçîne małî ême nazk û nazdarêkî lêye, neyxoy û neykey her temaşay say gerdenî key. em nazdare qeyranêkî leser buwe û qeyranekey têpeř buwe, êsta nezrî kirduwe yekem kesê ke le derewe hate naw şarewe çend se’atêk legełî řabwêrê. ewa to yekem kes bûyt hatît em hele le des xot mede! ewendey bo řist ta pyawekey bo hełxiłetand û legeł xoy hênaye małewe!

ke çûne jûrewe lew laşewe afret be temay şitêkî tire! serî berz kirdewe zor cwan wird bowe û temaşay kird eme mêrdekey xoyetî! qîjandî û hawarî kird witî: ay xełkîne em mêrdey min benewxiwên - pîsî eka û be şwên îşî xirapa esûřêtewe ewa bom der kewt ke her şitêkim bîstuwe řaste! pyaweş ke seyrî kird eme jiney xoyetî waqî wiřma. witî: afret! afretî çak be, ewe to ełêy çî? afret witî: xwa yeke û nebuwe be dû min tom nawê, to pyawêkî xirapî, xełkî her be minyan ewt mêrdeket be şwên şitî xirapa esûřêtewe min biřwam ne’ekird, heta êsta zanîm to dêytewe, hatme êre û witim ebê em mêrdey xom taqî bikemewe, em pîrêjnêm narde ser řît, ewa toş cwan û puxt şwênî kewtît û hatît, dyare le îşî xirap egeřêyt, egîna îşt çîye dêyte em şwîne. ewa min be çawî xom çawim pêt kewt û taqîtim kirdewe, min mêrdê ke le şwên şitî xirapa bisûřêtewe namewê! kabray henase sard her xwaxway ewey bû jinekey bê deng bê û ḧeyay neçê, be hezar nałî ’elî ka, ta řêkî xistewe.