kabrayekî peřeker xuşkêkî ’azebî ebê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  615 views

kabrayekî «peřeker» xuşkêkî ’azebî ebê û tozê barî jyanî kiz ebê, be xuşkekey ełê: xuşke ba bar keyn biçîne wiłatêkî tir, bełkû xway te’ala lewê řizqiman zyatir bika. xuşkekeşî ełê: biram zor çake xwa xoy efermiwê: «famşiwa fî minakbiha û kilwa min rizqiha» biçîne wiłatêkî tir lêreçaktir ebîn. sermayey dinyaşyan her çek û kewan û mê kuteke ebê, eygirin be destewe û eřon.

dinya zistan ebê zor sard ebê, le řêgeda lêyan eqewmê û eçne eşkewtêkewe. serma her zoryan bo dênê, lewane ebin řeq bibnewe, birakey naçar dênê çek û kewanekey wird eka agirî pê ekatewe leberî da’enîşin. tozê germyan ebêtewe û xoşyan ebê. birakey ełê: ha xuşke çone, xoşe? xuşkekeşî ełê: bira tuxwa waz bêne.

ne dar û ne perdû

hîçyan nabêtin be şû.