dû kabray bengikêş le girdekey zêřînok...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  591 views

dû kabray bengikêş le girdekey zêřînok şew bû, danîştibûn bengyan ekêşa, le dûrewe utumbêlêk dyarî da, şew bû, utumbêleke be xetêkî řast dirêj bûbuwewe, yekêkyan bewî tiryanî wit: heste ba biçîn bew peyjeyeda serkewîn biçîn bo asman, çend estêreyek bênîn hełmatênî pê bikeyn. emey wit û hełsaye serpê! ewî tiryan qołî girt û witî: kere, danîşe bo kwê biçîn, etirsim le řêge peyjeke bikujêtewe ekewîne xwarewe û milman eşkê, ewa têşkî estêreke dyare, min dest ebem têşkeke egirim pya ser ekewm û eçim sê çwar estêre dênim hełmatênekey pê ekeyn, îtir bo kwê biçîn?!