mela miḧêdînî xwacefenî gêřayewe witî...
mela miḧêdînî xwacefenî gêřayewe witî: kabrayek hebû «sifuk»y naw bû, lew naw cafeda wîstî jin bihênê, hate lam û pirsî pêkirdim bo ewe biçim marey bikem. witî minîş pêm wit: biço bawkî kiçe û xot û dû şahêd ḧazir ke ewa minîş dêm. ełê ke çûm û nizîkî dewareke bûmewe kuře hat be pêşwazmewe û witî: mamosta hemû ḧazrîn fermû. witî le řêgeda pêm wit: řołe min her şitêk ełêm toyş wa biłê, bełam ke çûyne jûrewe seyrim kird şahêdekan nîn witim: řołe heste biço dû şahêdîş bêne. ewîş witî: řołe heste biço dû şahêd bêne! witim: kuřim mebestim eweye biçî dû zelam bênî. ewîş witî: kuřim mebestim eweye biçî dû zelam bênî, witî: seyr ekem min her şitêk ełêm ewîş eyłêtewe le paşa tûře bûm witim: keranbawgaw biço dû pyawî segbab bêne ta jineket lê mare kem. ewîş witî: keranbawgaw biço dû pyawî segbab bêne ta jineket lê mare kem! îtir îman leserma nema, hestam şepezleyekim kêşa be binagwêyda, wełła ewîş hesta cwan û puxt şepezleyekî kêşa be bina gwêy mina.
îtir îş têkçû destim daye yexey û destim kird be lêdanî û witim segî segbab boç lêm edey? seyrim kird ta min zileyekem lem eda ew dû ziley be binagwêy mina ekêşa û be tewawî şel û kutî kirdim û pekî xistim, destim le yexey kirdewe û xełkî hatin be sermana, bełam min nawêrim hîçî tir biłêm, be dest destim bo heł’etekan, witim biřo.
kuře înca řoyşit û geyşte ber qapî û witî: mamosta mareyî hat?! witim: hat segî segbab biřo. kuře lêyda řoyşit o ew şewe çuwe lay jine! minîş le ber hîlakî qisem pê ne’ekira. beyanî xełkeke kobûnewe wityan: erê em zirmezlêtan leçî bû? minîş ḧałekem bo gêřanewe, ke min hewełcar kifirim kird witim min her şitêk ełêm toyş wa biłê, çûm seyrim kird şahêdî nîye witim biço şahêd bêne îtir her şitêkim ewt le layen şahêdewe ewîş weku beytî bile eywitewe. serlenwê xełkeke beyanî çûn kuřeke û jinekew dû şahêdyan hêna, ew wexte îtir mareman kird.