melayek le xêłêka we’zî eda eyut...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  605 views

melayek le xêłêka we’zî eda eyut: herkes şewî cum’e legeł jinî xoya îşî şer’î bikat, weku ḧew kafrî kuştibê waye! jin û mêrdêk le wez’ekeda bûn, ke hatnewe małewe, jineke witî: pyaweke îmşew cum’eye ba ḧew kafir bikujîn. pyawe witî: başe. tozêkî tirî pê çû dîsan jineke witî: pyaweke cum’eye newek le desman derçê ba ḧew kafrî tir bikujîn ẍezaye. pyawe witî: başe. ḧew kafrî tiryan kuşt! bew core ew şewe ta byanî nizîkey sed kafryan kuşt!

kewte sibey şewê, jine dîsan witî: îmşewîş her cum’eye ba des bikeyn be kafir kuştin! pyaweke witî: afret dwêşew cum’e bû. jine witî: to nayzanî bo ẍeza kirdin hemû şewê cum’eye! be kurtî jineke tengî be kabra hełçinî û şew her cum’e bû, řoj her cum’e bû, hemû sał bû be cum’e û şwênî ẍezakirdin! kabra bêhêz bû way lê hat lûtit bigirtaye gyanî der eçû, naçar małekey becêhêşt û çû le mizgewt nust!

jineke dû sê pyawî nard be şwênya, pyawekan hatin û wityan: axir to le małî xot bo çî torawî? kabraş witî: ta cum’e lew małeda bê, carêkî ke min ser bew małeda nakemewe, yan min yan cum’e!