le zemanî pêşû lew kurdewarîye şeře ga...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  1013 views

le zemanî pêşû lew kurdewarîye şeře ga û şeře kełeşêr û şeře seg û şitî wa baw buwe, bew bonewe dastanî kurdî ełê:

řojêk padşayek legeł wezîrekey her yekey gayekî şeřanîyan ebê, le ser girewêkî qurs şeřyan pê eken, gay padşa gay wezîr ebezênê û padşa gireweke le wezîr esênê.

kabrayekî řûtełey kurdî cûtyar ebê. êware ke dêtewe gayekî kewtûy leřî tûk řûtawey şax çewt û çewêłî le tewîleda ebê, eçê ełê: ga řût, xwa bitgirê ne gêre ekey, ne cût ekey, ne barim bo heł’egrî, her xot be mirdû xistuwe, ka exoy û hîçî tir! dû sê darî lê eda. ga leř ełê: aẍa bo çî lêm edey? aẍakey ełê: ke to îşêkim bo nekey be kełkî çî dêyt? emřo gay padşa û gay wezîr şeřyan pêkirdin, gay padşa pareyekî zorî bo xawenî birdewe. xo to be kełkî hîç nayeyt! ga řût ełê: aẍa her êstake legeł padşa girew bike, eger sibeynê gay padşam bezand û girewekem birdewe xizmetim bike, eger min bezîm û dořandit, serim bibře û goştekem bide be seg!

kabray cûtyar destibecê eçête dîwanî padşa ełê: qurban min gayekim heye şeřî pê ekem. padşa ełê leser girew nebê şeř be gay xom nakem. cûtyar ełê: minîş emewê le ser girew bêt û le dûsed lîreş kemtir nebê. înca her dûkyan řê ekewn ke yekî dû sed lîre bidene dest pyawêk, beyanî gay her kes serkewt çwarsed lîrekey bidrêtê.

cûtyar dêtewe eçête lay ga řût ełê: dexîlit bim ga řût dûsed lîrem qerz kirduwe, dam nawe bo girewî şeřî to, beyanî řû zerd û mał wêranim nekey. ga ełê: aẍa emir bike dû zelam her yekê sebeteyekî zile be destewe bigirin û le piştimewe bîhênin! kabray cûtyar be qisey eka. ga řût her petî le mil da’emałn îtir pelamar eda. gay padşa legeł çawî be ga řût ekewê berew dwa ebêtewe û hełdê! ga řût le dwawe pênc şeş qoç le paşełî heł’eda, gay padşa bibřay bibřay awiř nadatewe! îtir kabray cûtyar çwar sed lîreke wer egrê û ga řût pêş xoy eda û dête małewe.

înca epirsê: ga řût pêm biłê çî bû ke wa ew ga zelame neytiwanî xoy bo to řabgirê? ga řût witî: ewî řastî bê aẍa; min û ew gaye gwêrekey małêk bûyn, şewêk min kam bo têkirabû, bełam hîçyan bo ew tênekird, zorî birsî bû, le nîwe şewa lêm pařayewe witî: îmşew têrim bike şerit bê sibey şew sebeteyekit ka bidemê. minîş witim eger sibey şew netdamê çî? witî: şerit ekem çend şew dwa bikewê her şewê sebeteyekit qerzar bim. înca eme şeş ḧew sałe qerzarme. emřo, ke çûyn le dûrewe minî nasîyewe, çawîşî be sebetekan kewt wayzanî bo qerzeke çûm û ew hemû qerzeşî pê nadrêtewe, leberim hełat egîna eger be şeřbuwaye qet min zewtî ewm ne’ekird? ewe le tirsî qerzarî řaykird ne wek le tirsî zor û bahwî min!