le serguzeştî kurdaneye: ełê: kabrayekî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  941 views

le serguzeştî kurdaneye: ełê: kabrayekî coła jinêkî cwanî hebû, jineke eywîst ḧaşay lê bika, bełam mêrdekey tełaqî ne’eda. be řêkewet ḧakmî ew şare xewêkî dîbû, cařçî cařî da ke padşa xewî dîwe û nayşîgêřêtewe, her kes bêt û biłê ew xewet dîwe û te’bîrî bo lê bidatewe xełatêkî zorî eka. jinî coła emey be hel zanî witî: xeberî lê edem ke le xew ezanê le paşan nayşî zanê, padşa eykujê û min řizgarim ebê le destî. hesta çuwe lay padşa witî: qurban mêrdekey min eger kesê le wiłatêkî tirîş xewn bibînê lêre ew ezanê û te’bîrîşî zor çak lêk edatewe. bełam dexîl karêkî wa meke bizanê min xeberim lê dawe egîna demkujê!

padşa destibecê nardî cołayan kêş kird witî: coła xewm dîwe pêm biłê çîm dîwe û te’bîrîşî çîye?! coła witî: qurban eme îşî ’alim û meşayexe. min cołam, coła em core şitane le kwê ezanê? coła her çende dad û bêdadî kird kełkî nebû, axrî padşa emrî kird řayanxist be dar ewendeyan lêda heta le ziman kewt, emca hawarî kird: padşahim şewêk mołetim bide eger ’erzim nekirdî bimkuje. padşa beřełłay kird, ke sibeynê bêt û pêy biłê... coła çuwe şaxî «kereftû» le berdemî eşkewtekeda danîşt û destî kird be giryan bo ḧałî xoy. wextî ’esir ejdehayek le eşkewteke serî hênaye derê witî: ewe bo çî egrî? coła karesatî xoy bo gêřayewe. ejdeha witî: coła eger pêt biłêm ew xełat û berateke werî egrî nîwey edey be min? coła witî: be qurbanit bim hezar car. ejdeha witî: de heste biço be padşa biłê «le xewta le cyatî baran meymûn ebarî û ḧewşey małeket piř bibû le meymûn!» ewîş ełê wabû, înca me’nakey eweye ke îmsał xêr û bereket zor ebê û xezênet piř ebê le pare.

coła çuwe lay padşa û bem core pêy wit, padşa emrî kird genc û cewahrêkî zoryan da be coła. cołaş hemû xezênekey birdewe bo małewe û le diłî xoyda lêkî dayewe: min bo çî lem xełate beşî ejdeha bidem?! xo, mar dujmine wa çake biçim bîkujim! tîrukewanêkî hełgirt û çuwe berdemî eşkewt. mareke serî hênaye derewe, coła tîrî xiste kewan bîhawêjê, mar kişaye dwawe nekujra. coła hatewe dewłemend bibû, meselî kurdîye ełê: «kasey piř aştî małe!» jinekey îtir milî bo řakêşa.

le dway yek dû mangê ke padşa dîsan xewî dî û nardî cołayan hêna û fermûy: îmşewîş xewêkî seyrim dîwe pêm biłê! coła witî: qurban be xwa nayzanim. padşa witî: min emane nazanim etkujim. be kurtî nextêkî tiryan çermeserî da dîsan mołetî xwast û çuwewe berdemî eşkewt û zor girya û pařayewe. mareke serî hênaye derewe pirsî: coła çi base? witî: dexîl ejdeha min kirdim to meyke, ḧałêkî wa heye emcareş firyam kewe. ejdeha witî: to pyawêkî xirapî, wekû le xełateke beşim nadey etewê bişim kujî! coła witî: namaqûłîm kird bimbexşe. ejdeha witî: biço biłê padşahim le xewta dûrbînit be destewe bû temaşay dinyat pê ekird, te’bîrîşî eweye ke çend wiłatêkî tir egrî û eyxeyte ser wiłatî xot. coła hat bem çeşne bo padşay gêřayewe, em care dû ewendey carî pêşû xełatî wergirt. dîsan le diłî xoya witî: bo çî beşî ejdeha bidem? be xwa naydem!

le dway yek dû mangî tir, hemdîsan padşa nardî be şwên cołada witî: coła xewêkî tirîşim dîwe. coła dîsan mołetî xwast û çuwewe berdemî eşkewt, hendêkî çak qořandî. ejdeha serî derhêna witî: dey coła emca çît ewê? coła eḧwałî xoy bo gêřayewe. ejdeha witî: biço biłê padşahim le xewta swarî ker bibûy gurwêsêkit be destewe bû. ewîş ełê: waye. biłê: ḧikûmeteket zor be hêz ebê û gelê dewłemenditir ebî. coła çuwe lay padşa û karesatî pê wit. emcare le her dû careke zyatir bexşişî wergirt. coła lêkî dayewe witî: min zor bê wefam, wa çake xełatî emcarem hemû berim bo ejdeha.

ew hemû cewahir û ałtûney da be kołya û çuwe berdemî eşkewt. mareke lêy pirsî: coła çîye? coła witî: be qurbanit bim emcare her çîm wergirtuwe hemûym bo to hênawe. ejdeha witî: coła! min marim, mar genc û cewahrî bo çîye! coła! her çît kirduwe lêt nagirim û lem pyawetîyeşt memnûn nabim, çunke ewe hemûy karesatî řojgare; eweł car zeman wa bû ke çaket legeł her kesê bikirdaye padaştî be xirape edaytewe, dûhem car zeman wa bû eger le beramber çakeda çakî nebwaye xirapeş nedebû, êstaş zeman çak buwe, eger çake legeł her kesê bikirê koşiş eka bo ewey dû çendane tołey bidatewe!