ḧulî byaban ke pêy ełên ẍûl...
ḧulî byaban ke pêy ełên «ẍûl» (eme serguzeştî kurdîye), fêr bibû beharan ke eçû bo kwêstan hewargeyekî exsite şarî hemedan, payîzan ke egeřayewe bo germyan dîsan lay edayewe hemedan. egerçî zyanêkî nebû, bełam leber ewey ke be qed ḧefta heşta gurîs bixeyte ser yek dirêj bû, mindał û jin ke çawyan pê ekewt etirsan zoryan zirawyan eteqî. xełkeke bêzar bibûn. řojêk pyawêkî aqłyan tegbîrî bo kirdin ke eger qerzarî biken îtir nayetewe be hemedana! çend pyawêk çûne xizmetî û wityan: axir nabê to bem zilî û dirêjî û řûtuqûtîye esûřêytewe cwan nîye. witî: biłêm çî xo min hîçim nîye ke cilî pê bikiřim. wityan: ême cilit be qerz bo ekeyn sałêkî tir qerzekeman biderewe. ẍûl witî: hezar car kwa êwe ewem legeł biken? înca hatin hemû şarî hemedan her małê topê cawyan gird kirdewe, kiras û derpê û kurtekêkyan bo dirust kird, ke sałî dwayî ẍûl hat biçê bo kwêstan, dû řoje řêge le dûrî hemedanewe be çwar çengołe eřoyşit newekû xełkî hemedan çawyan pê bikewê û daway qerzekey lê bikenewe!