28

zîn degeł pejareda daxêwê
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  561 views
eygut be xem, ey hewałî jarîm
firyařesî zam û derdî karîm
poşakî nedar û xakesaran
xorak û bijîwekey hejaran
hawřaz û nyazî derdedaran
hawdengî nexoş û leşbebaran
pêxorî leber demî gedayan
hawpyałeyî kořî bênewayan
diłdare be to degate diłbend
derwêş debeye nizîk xudawend
toy lê nebî dił wêranemałe
byabanêkî qaqiř û kiřałe
lêy dermekewe derî bibeste
hî xote kilîleket bedeste
xem boye benirxe, bo hewałî
cêt nayełê yare řojî tałî
şadî çîye? yarî carî xoşe
xem dostî diłî kiz û peroşe
xemxorî ke nekirê lem cîhane
têkçûn beşî herd û ’asmane
dił hogrî toye ey xemî dił
bê gencî to, dił çîye? kemê gił
carcare ke zor dekewte pestî
begleyyewe řûy dekirde estî