29

sikałay dûr le dûr legeł xuşkya
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  647 views
ey hêzî gyan û tîşkî çawim
fênkayîderî giřey henawim
hawhêlke û hawhêlan û hawniwên
hawbał û peř û řeg û dił û xwên
hawşadîy û hawnyaz û hawnaz
hawgałte û bazî, yar û hawřaz
akarî me wek yeke, bełan bext
bo to şilî girtuwe bo min sext
bo to desemo, le min çemûşe
bo to gułe bo me diřk û pûşe
estêreyî to hełatuwe geş
bo bextewerît ne bo me hawbeş
lew xudaye gelêk supasguzarim
lew bexteřeşem nebûy be yarim
çarim çîye xwaye bom denêrê
kêy waye be bextî řeş bwêrê
tajdîn beşî toye şadî herdem
emnîş beşî xom heye xem û mem
çon mem be hewałî xem dezanim
pêm xoşe ke hawdemî xemanim