27

giryan û şîwenî zînê le taw û twêy ewînê
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  726 views
tajdîn û sitê be yekdî şa bûn
lew bendî cudayetî cuda bûn
bê yar û hewał le goşeyî xem
bo derdî cudayî mayewe mem
diłsozê nebê bibête hawdem
her řojê be sał deçê demî xem
zîn ta sitî labû heybû aram
em şêtî ewîne bew debû řam
tajdînê hebû memî delawand
çûnî giřî girt û cergî tawand
dabeş bibû xem lenaw hemanda
dûy xoş beşî xoşyan bemanda
ew şad û ewan mekoy xeman bûn
daman dû ke ew dû demdeman bûn
wek hewrî beharê çawî zînê
firmêskî deřişt leřêy ewînê
giryan bû be řoj û nałe bû şew
çil řojê biřa le xwardin û xew
xwênî diłî mayeyî jyan bû
aw bo çîye, awî çaw řewan bû
diłteng bû leçeşnî zarî tengî
řengî memî zerdî peřye řengî
wek mûy kemerî leşî bû barîk
řojî wekû pirçekanî tarîk
çend tayen û dost û hawinşînan
hawřaz û nyaz û nazenînan
diłyan bû be ahî serdî biryan
wîstyan besî ka le şîn û giryan
gutyan ke be ah û nałenałit
řojî me řeşe leřengî xałit
bes bigre be awî çawî kałit
kał bûnewe kułim û lêwî ałit
ca çi bwe le to biřawe estî?
daxwazî diłî geyîşte destî
ew waye xerîkî bezim û xoşî
to bo keser û zûxaw denoşî?
toş xoş be bewey ke xoş û şade
wek pirçî biław xeman be ba de
ha şew şewî pirçî ser weber xe
lacangî hewałî mang weder xe
kêşyan bidewe biroy kewanit
hełbêtewe mangî nêwçewanit
hełyanbiřewe mijołî diłbiř
sed dił bibře be nîwe’awiř
nazan bidewe be çawî mestit
zerdî be dû lîmoy kesnegestit
bew xende ke xunçe pêy depşikût
têraw bikewe peřey gułî řût
dewrî de be bisk û pirçî piřçîn
şewboye le guł bike be perjîn
her biskê serî geyande gone
kertî bike lêy mepirse çone
bispêre be tîpî wirdexałan
ba gyanî kuřan berin betałan
ba bê bezeyît be bulbulanit
hełbêne terey leser gułanit
xoş pêkene ba hezardestan
dest pêkenewe be bend û bestan
ba haře bigate gwê le gwaran
pîtê bide tîpî şêt û haran
serxoş ke hezar mela be nazan
sed pîrê binêre ber berazan
têyan bigeyêne gêj û kasin
byanhênewe řêge, řênenasin
çawbestû çilon debînê řûnî
bûnyan be xeyał çîye? nebûnî
ta dûr le cwanîy û ewînin
ba têbgen ew nedîne, dînin
gumřan le cwanî, beşbiřawin
diłyan keř û kwêr û demdiřawin
wek gwêreke petpisaw le deşta
bêhoş degeřên beşwên beheşta
bitbînin û řê lexo negořn
bo nexşî xuda leřût binořn
bêhûde bû pendî wan le zînê
her neyşîdebîst leber girînê
diłdarî leřêzî agiraye
serkoneyî baweşên û baye
herçendî beser ewa dehatin
em bîrî dekird leřêy hełatin
firmêskî helî nedan be çawan
řê bînê lenaw biçê be tawan
hênd zor bû henîsk û ahî serdî
neytiwanî şitêk biłêt le derdî
wayan dî ewaney pendigo bûn
bêhûdeye lem hejare ko bûn
bîryan bo berê letawî estî
degrî, çuwe hawdemî le destî
řûn bowe ke em giryan û şîne
pinc û řegezî leser ewîne
wa derdî derûne gêjî dawe
naçar hemû kirdîyan biławe
zîn mayewe xoy tenê degeł xem
her xem demî wa debête hawdem