celay cemîn da

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 2 minutes  529 views
celay cemîn da ...
aro qîbley wêm celay cemîn da
kesasî webedir dûheftemîn da
xasterce xurşîd nûr we zemîn da
bew destûr talîm mujey nemîn da
pey qesas penay wêş nekemîn da
sed tîr netoy dił, xestey xemîn da
awaş kerd ne’eyn ئاە û enîn da
nawerdiş weřû şifa û lałey min
goş neda we deng ئاە û nałey min
xem awerd ne xem qews qezacoş
yanî dû hîlal qetranî ebroş
pêçda û pêçiş werd zułf eşedboş
qyam da we bejin bałay sewł noş
’îşwe da we çem çûn turk bedxoş
nesîm wist ewtoy kogay ketûn koş
tulu’ kerd şeweq şemame û lîmoş
netoy dugme û qew suxmey todertoş
beze’îş nama hîç we tałey min
goş neda we deng ئاە û nałey min
cya kerd ne genc ḧełqey şamaran
şewq wistiş çûn bedir ew serdyaran
sełada we qetił derûn piřxaran
cela wist ew bezim baxçey weharan
bî wehûn ser şořeswaran
deştan çepaw kerd, berd ew kosaran
payey zułim û zor ce ḧed wiyaran
minş kerd we pûł nařeway şaran
hîç nebî we teng şîn û załey min
goş neda we deng ئاە û nałey min