60

sikałayek legeł binûsekeyda
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  639 views
ey swarî le řastî pyade
diłdarî peřî delûs û sade
xobêjî hejar û serdiberxo
cadûger û gepder û bedaho
hozanî begfitî serzimanî
şêwawî le şîwî řênezanî
taşîwserî řûřeşî zimanşiř
waładił û dempiřî ciřûř
wek to çenewer bê her binûsê
zarî şil û kul debê û dexûsê
bes name be nawî bisk û xałan
řûřeş bike berde wan xeyałan
nûsînî firey minał çi dênê
xoy deydiřê wazî lê dehênê
cwanin xetî wird û nask û kem
nek bigrê berî heyv mij û tem
xet katê ke zibir û zor û bore
şorawe xetî cwanî şore
xet cwane tenk le lêwî lawan
nek berginî pestek û kulawan
diłxoşkere gendemû leřûy yar
nek řîşî wekû gurîs û hewsar
î wa heye dił dexate geşke
hen deykene kwênekon û řeşke
demtîj û pel û zimandirêjî
yekcar çenebaz û çełtebêjî
çêştê ke hemîşe bête řêzê
xoşîş bê mirovî lê debêzê
gewher çîye bênirx ke nabin
zor nabin û zor kem û neyabin
to, kê kirî nûkî to bibînê
tûkî heye bot ne aferînê
bedřewt û bekewt û çewtularî
bedkarî neyarî nalebarî
şêt û sereřo û hełe û gilokî
şerimit nîye bêfedî û çinokî
hêndey serî tom peřand û taşî
her tûşî gunah debim le paşî
ba bes bê gize û cinêwfiroşî
řengê bide ba hełan bipoşî
des berde le karî hîç û pûçit
bes bar ke le min gunah û sûçit
lem çepgeřîyet bibe peşîman
beşkû biřewê bextiřeşîman
***
lepřêkî binûsî wa zeberdest
bo kêşe legeł me kemberî best
kêşay le zimanî şîrî dûdem
řostem buwe swarî řexşî pencem
gey qamkî tosnim milî da
şil bû le silî û tilî tilîda
wek hejderê hate ser weramim
xanî! bese dił le to bezamim
xot gêl û nezan û gwênebîsî
to herçî witit ewm nûysî
bîrî to ke řind û behredare
giftî to ke çewt û nalebare
nemxiste serî şitêk lemeř xom
min bestezman le berdesî tom
qamîşê kiłoł, le qamîşawa
dejyam şil û mil le şînk û awa
gwêdarî melî çeleng û xoşdeng
diłdarî gelê çiłî şil û şeng
lew cêge be zor dertipeřandim
berg û şimekit leber diřandim
lewsawe biřam le jîn û manim
aware kiram le nîştimanim
tîxî to ser û binî biřîm
taław û řeşaw kira bijîwim
pêçate serim heway ewînê
sûtam wekû mem be derdî zînê
çarem řeşe dił be jan û tasem
birş û řeşî dûkełî henasem
gew, bend û qefim be tînî axan
kunkun bû hemû le derd û daxan
ḧew kun le leşim kira ser û jêr
derçûm le binûs û bûme bilwêr
to hatî demê be dem demandit
çî bendî diłim hebû pisandit
gîra beme kořî bezim û aheng
řêkxistin û fû le to le min deng
ga demkeye sazî padşahan
ga řeşkerî řûperî gunahan
çîtim yekî dîlî berdesî tom
lał û kip û deng biławkerî tom
nûser nebê key demim geřawe
neyjen nebê dimbegim diřawe
bilwêr û binûs ne serbexone
her karê le çarenûsî kone
sûçî çîye tîr birînî bêşê
destêk heye jê û kewan dekêşê
ey xwaye eto dezanî xanî
tîrêke le to kişa kewanî
ger diłřeşe yan zimanî lûse
çîrokî wekû ney û binûse
dest û diłî nek be destî xoye
hî toye ke řaste yan diroye
katêkî ke datdena zimanî
lêt fêr nebwaye çî dezanî
toy bem hełekarîyet sipardim
sûçim çîye xozge netdenardim
serpişkîyekem heye be lay xo
gîre seretay ewîş lelay to
hêndey çi binûs buwe û çi bilwêr
gîrawe le penceta sere û jêr
bêser degeřa ser û zimanî
řêy sûd û zyanî xoy nezanî
bilwêr bû çilonî lêt bidaye
awazî dedawe lem hewaye
herçende peřî sipîm syaye
hewyay betenêm etoy xudaye
řûpeř gelê řûřeşin le çengim
jêrbarî giranî şerim û nengim
bedxûm û leřaste xom çikûsim
sî sałe gunahî xom denûsim
ger hatne ser zewî me řêk bû
mêjû le hezar û şest û yêk bû
êsta be temen çil û çwarim
pêşengî berey gunahkarim
mest bûm û nezanî pîlî bestim
bo çake; hejarî babedestim
wek dat le ewîn berê twanam
le biřaneweşa bigey be hanam