59

wirdekarîyekî derwêşane
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  615 views
meygêř bide pêm meyêkî kone
pêşim biłê em cîhane çone
em řayeł û po û çinîn û tewne
pêt wa nebê hîç û pûç û xewne
jînman lebera serêkî berge
ledwaye nemane, goře, merge
her manê ke dête ber nemane
řîşey diłî xoş leser xemane
estêrew mang û řoj le berzî
desmayeyî jîn û bûn le ’erzî
hêndêkî giran û hêndê sûke
hêndêkî dirişte, hêndê çûke
dezgayekî cwane řêkupêke
daxim ke nemir nîye û serêke
’asmanî be řoşnî û zewî şîn
wek řêkî dexen kereste bo jîn
wek mayeyî jînî xoş emanin
dîsane ewn ke hoy nemanin
agir wekûjê, hewa hewaye
ger aw nebê tozî xoł bebaye
’asman ke geřoke aş degêřê
her laş û serî miro dehêřê
nêjrawî lebin giła ke mirdûn
tozaşî ewe ke wirdî kirdûn
her laş û serin dewêwe deřjin
her kewtine ber biław û piřjin
em care deşêldirên, hewîrin
lay agire giştî yekdîgîrin
tûş bûne be derdî datułîwî
her maneweye be bogenîwî
fermûye xuda: ke deçne awir
nemir û nejîye jîyanî gawir
ew gyanê ke pak û paksiruştin
xawên be hewên û çakřewştin
cûtbende betaybetî hełênê
ew denke benawwidaw deçênê
deřzêt û biław debê lebin gił
lêy derdekewn pel û geła û çił
ber degrê hezar ewendî pêşû
gêrey deken û debê be têşû
bêjînge jyan, cîhan wekû kew
til pê dedrê le gêjî gêjew
berdaşî xilêne û didanan
lîkî dem û çeqçeqî zimanan
banîjeye lêw, zare aşe
her çerx û xulêk û wird û xaşe
řizgar bû ke lem geř û gezeş da
dabeş dekirê be hêzî leşda
ga, kêşerî jûrê řadekêşê
ga, gêreyê dîkuşêt û dêşê
carêkî le qûtderêkî bende
carê be hełênerî biłinde
tendûrî wirg ewî depêjê
herçî xituxałe lêy deřêjê
xawênî hemû deçê berew jûr
pîsayî deřêjne cêyekî dûr
kêhey gelê başe ba cya bin
her nabê ewîş legeł yeka bin
dabeşkerî sard û germî naw leş
çî bo çî debê lewê deda beş
řengiřêjî leşan bemane çend cûr
hendamê weřeng dexa der û jûr
dił şûşeye, cerge bote pałwên
řûn bêtewe xestebadeyî xwên
hîç pûş û pełaşî tê neçûbê
nabê begrê û gilûglû bê
hêşta deyewê heta degatê
bitkêtewe tawê bukłî katê
carêkî biłq bida le awa
carê bihejênrê lenawa
hêzî le gîyan debê bisênê
ta gyan heye wa ewîş demênê
bêdenge heta le małî leşda
awatî nehate cê lemeşda
ger bew leşewe xiraye bin gił
dûbare be şînî dête ser çił
baranî bezey xuda bibarê
ew sewze debê be şengedarê
pelk û gułî lê debin be serpoş
ber degrê be mîweyî teř û xoş
ew mîwe ke baş biga le paşa
bo dyarî deçête małî paşa
ger bîçnê destî pakî, pakê
dûrî xenewe le toz û xakê
cê bidrê le barega diruste
mîwêkî benaz û xoşewîste
em core benirxin û neyabin
kem hełdekewn şitêkî wa bin
çî kałe leber hewa demênê
pêwîste ke germî bîgeyênê
baştir degehin heya pitir man
çawêrî kirîn le mêş û kirman
perwerde kirên be tîşkî dînî
wêyankewê tawî xonebînî
ewsa ewî zor puxt geyştin
wa dadewerin eger diriştin
ta danekewn le popî berzî
ta danenewêne řêkî ’erzî
ta danetekên le fîz û mînge
řêyan nîye biçne ser guşînge
zor pan û fiłç debin leřêda
deflîqnewe le jêrî pêda
řêk lêkî deden seruber û naw
xwênawî diłan debête xoşaw
ew mîwe eger řegêkî kałe
xoşawe ke, tifte, tirşe, tałe
nîşan dedrê be pîrî meyxor
pêwîste ke xoy bida hel û nor
emcar dekirête naw beroşê
germayî dewê heta decoşê
tîşkî bezeyî xuday bigatê
tînî le şikohî xoy bidatê
puxtayî beser yeka bitawê
mak û řegezî lenaw derawê
ew tîne gelêk behêz û tund bê
bukłênrê hełmî lê biłind bê
ew hełme bibê le çiłkinî dûr
bê toz û hewa biçê berew jûr
lew jûre pilêke nawî řût bûn
detkênê lewê diłopî diłřûn
ger mak û řegez hemû tuwawe
bew bone beşî le bon biřawe
cêy deştî nebûnî diłguşaye
namênê lewêş hetahetaye
dîsanewe cêy le defrî tenge
emcare lewê ne bo ne řenge
ew mey ke be řengî sûr û ałe
řengêkî dedate naw pyałe
ew hêşte ne geywete geyştin
řizgar nebuwe le tirsî řiştin
ta bonî le bon û manî mabê
bo kořî xuda nimûdî nabê
ta řengî heye nebote bade
çewsanî be hîçe řenc be bade
manit gereke? berî nemane
maw ew keseye le xoy nebane
ta mawe le bendeda wişey min
bê doste le xoy debê be dujmin
diłdarî degate baregay yar
derçûbê lewende qortî dijwar
em řêgeye sexte bo me nabê
řêber le berê megîn xuda bê
ey xwaye dezanî ême kwêrîn!
to berzîy û ême çaw le jêrîn
deryay bezeyît deda şepolan
sergermî melem le kwêregolan
çawsaẍî bezeyyeket binêre
tarîkeşewm çira bidêre
tem ba biřewê leser diłî jar
bînam kerewe be şewqî dîdar
nasînê ke bo me bote yasa
her dûdłîye û guman û lasa
diłman bixeder le bedgumanî
şanman de ewînî řasteqanî
baweř heye lam û toş denasim
lew pêwe kesas û gêj û kasim
zor dił benyazî baregatim
çibkem ne be xome destełatim
girtûtim û xot kilîl be destî
řêgem bide bême to peristî
em jîn û nemane lem cîhane
her çendî ke aşkira û nîhane
tapoye le to betanupoye
tarîkî û řoşnî le toye
çawit ne le karî çake yan çewt
bexşîn be behaneye û be řêkewt
zor nwêjkerî pakî řêy xudagir
řûbînyekî kird û kewte agir
zorî begunah le katî merga
deybexşîy û řêy dedey le derga
ger bextewer û ke řenceřoye
serřişite hemûy bedestî toye
her řojî berê hełtibjardin
çî bo çî debû bewt sipardin
pał pêwenerîşî û lemperîşî
gumřaker û řê nîşanderîşî
serpişkîyeket ke dawe pêman
ew newsî çinok řifandî lêman
mawîn û bezey xuda bibê yar
her hêndeye çare bo gunahkar
biřway be xuda bibê û besî bê
herçende fireş kemayesî bê
ba bîşî peristê lêy bitirsê
řêwşiwênî le pyawî jîr bipirsê
ew řêy ke dwêjne ême bigrîn
xoman negrîn heya ke demrîn
çawman le bezey xuda bidûrîn
ewman bê le agirê bedûrîn