58

çî nûsîwe û bo çî nûsî
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  745 views
ey gwêgrî jîr û zît û pîtoł
pisporî witey benirx û kirmoł
xanî le meyî ewînê meste
bêhoşe witarpeřêne peste
swêrawê be şîrnî deçêjê
serxoş buwe hateran debêjê
nazanî ke tîre yan tirawe
dêwaneyî bade bîrbiławe
herçêkî ke pêt dełê hewaye
wek dengî neyêke dengî naye
bê cê nîye xoşe dengî bilwêr
ger şorê bixate sîngî gwêdêr
lem nameyeda beçeşnî mindał
çon taze dekewne ser giřugał
herçêkî desim kewt mitumûr
bor û kewe, zerd û řeş, sipî û sûr
hêndêkî çirûke, hêndê çîrok
hêndê şiř û řûte, desteyek kok
zaraweyî botîyan û goran
wêjey mukirî û luřan û soran
kom kirdewe giş dirişt û wirdî
honîwme be bend û bawî kurdî
pûçîşî heye û piř û bekakił
bê cêşî heye û şitî leber dił
biřwame gelêkî diłpesnidin
biřwane dezanî zorî pendin
awatî diłim çi bû lemane?
derxistinî řazî diłteřane
cwantir le hemû şitêk ewîne
diłdarî beheşte, bîne, jîne
gyanê ke ewînî bote maye
wek awêneye û xudanumaye
wek řoje ewîn betîşke, řûne
xawênkerewey dił û derûne
her řêřewê řûy delay xuda bê
ba bê û be ewînê şareza bê
gyan û diłî sext û řeş le asin
awêne debin ewîn binasin
tozê le ewîn beser misa ke
paş tozê binoře, zêřî pake
her dił ke ewîn bika be pîşey
diłdarî bika be pinc û řîşey
gencîneyî řazî bê nyaze
karsazî lelaye karî saze
hîçkes nîye bêbeşî ewînê
kemtir heye zor be kem nebînê
dû tîreye çî leřûy zemîne
yek çawî le jîne yek le dîne
yek çaw debřête ser kiçołan
bazařî nedîwe çote çołan
ew gewherî dił deda be maçê
pêy waye be hîçî dîke naçê
xořayî ledestî derdehênin
koşkêkî be pûşke lêdesênin
îdîş behewa beheştê dekřê
fîzêkî dekatê destê debřê
xwa lay wî le kułke bote çerçî
deydatê beheşt be řîş û pirçî
ca her ke lewane yan lemane
bê řêbere, kwêre, řê nezane
le jyanî deteknewe û ke çûşin
bêçare becarê demlepûşin