dił’arama çi zîbayî, dił’azara çi ře’nayî

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  973 views
dił’arama çi zîbayî, dił’azara çi ře’nayî
çi diłkeş çîhir û sîmayî, çi serkeş qedid û bałayî
şeker leb, şahîdî şîrîn, bitî çîn, lu’betî maçîn
serapa sosen û nesrîn, çi leb nûşîn dił’arayî
xudawenda çi mumtazî, çi şox û şeng û ẍemmazî
çi demsazî, çi hemřazî, çi turfe meclîs arayî
dizî dił, afetî canî, qisurî ’eqłî însanî
fiturî zuhd û ’îrfanî, fesadî dîn û dinyayî
besuret mahî afaqî, beme’na canî muştaqî
çi xoş adab û exlaqî, çi meḧbûbî, çi zîbayî
çi bê dînî, çi bê îman, çi bê bunyan, çi bê erkan
çi bê şertî, çi bê peyman, çi bed ’ehdî, çi bed řayî
be’arîz: me’cerî pişko; begêsû: gułşenî şewbo
eger ḧeqqit dewê emřo, le dinya taq û tenhayî
le meẍrîb ta bemaçînit, musexxer bû be’ayînit
minîş hatûme ser dînit, eger sed ke nesarayî
nexoşî derdî hîcranim, etoy dermanî derdanim
were ey řaḧetî canim, ke bo min, to mesîḧayî
were ey mahî tabanim, bibe carcare mîwanim
ke detkem taku detwanim, becan û dił pezîrayî
were ey yarî diłdarim, bibe satê bexemxiwarim
bipirse ḧałekey zarim, bizane derdî sewdayî
were satê beře’nayî, bibîne ḧałî şeydayî
biłê çone betenhayî, edebPen name bê min, şekîbayî