erê tersa beçe, gurcî řewş, mezheb mesîḧayî

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  709 views
erê tersa beçe, gurcî řewş, mezheb mesîḧayî
ferengîy xûy, nesara tînetî gebrî kilîsayî
bełay êran û fîtney řom û şoxî turk û mahî kurd
nîgarî bełx û şahî hînd û turkî çîn, beře’nayî
muneqqeş suret û řengî, meger ertengî erjengî
miqewwes ebroy mişkîn, meger teswîrî lew şayî
meger hemsayeyî nûrî, letîf û neẍiz û mumtazî
meger hemzadeyî ḧurî, zerîf û şad û zîbayî
sîphîrim ram û hemdem, cam û wa’îz: diłber û tazî
xudara saqya têke; le mînay badey sehbayî
ser û řû şox û şîrînî û şeker leb şahîd û şehde
dilêr û diłber û diłdar û diłsext û dił’arayî
bezułf û ebro û mujgan û xet û perçem û bała
kemend û tîẍ û tîr û cewşen û xeftan û wałayî
bekułme û řûmet û řan û bememk û sîne û gerdin
’eqîq û le’il û yaqût û duř û billûr û mînayî
cesûr û çabuk û çalak û cust û cełd û teřařî
ẍeyûr û řûgeş û bedxû, ḧerûn û tund û xudřayî
cefa adab û bê mîhrî, cîhan aşûb û ’eyyarî
xetakar û cefadarî, sitem kirdar û hercayî
meken men’î edebPen name yaran; le dinyada bemecnûnî
meger bazař û sewdaye û hezaran barî řiswayî