raḧê; ke mezey ’îşq neda, zewqî çi dênê

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  692 views
raḧê; ke mezey ’îşq neda, zewqî çi dênê
’îşqê ke zyay ’eqił neba, şorî çi dênê!
saqî besefa, saẍerî mey da beḧerîfan
ger dehrî mu’erbed becefa pêy neřjênê
cana were, ta can benîsarî qedemit kem
ger xakî řehit bêt û le min gyan bistênê
maçê bide min lew dehenî xunçe mîsalit
ba ḧesretî sed sałe, le dił hîçî nemênê
azurde dekey ew diłî ’uşşaqe; detirsim
carêkî lew azurdegîyet dił bişkênê
hênde menwêne řuxî ayîne; me bada
ahî diłî mezłûm, beřûtî binwênê
saqî bexum û den, be edebPen name mey bide, emma
cur’êkî leber şêx, ke ew meste bibînê