namrê her kes ke yarêkî wefadarî heye

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  1130 views
namrê her kes ke yarêkî wefadarî heye
her seḧergahan sibuḧî camî serşarî heye
her kesê ’umrî degeł şekker lebêkî řanebûrd
elḧeq ew şexse, ’eceb řencêkî dişwarî heye
zîlletî dinya weye: xemxiware yarêkit nebê
bextî bêdar ew kese: diłdarî xemxiwarî heye
’îşq û wîjdan; ’alemêke, ẍeyrî ew dû ’aleme
bêxeber her ew dewabey, bend û hewsarî heye
xunçe wa hêşta deperdeyda nehatote derê
sed hezaran ’aşiqî wek bulbulî zarî heye
her kesê wesłî bwê, taqet debê bênê bexem
gułçinîn naçarîye; her zeḧmetî xarî heye
şêxî me dîsan bezahîr hate ser wêrdî seḧer
ey xuda! xot ’alim û agat le kirdarî heye
mudde’î, fexrî begenc û gewhere û min:gencî tebi’
pyawî dana têdega: kê gencî zexxarî heye
defterî feził û huner, bawî nema lem ’ehdeda
faził ew nadaneye; emřoke dînarî heye
ba neka qîmet, edebPen name lem ’esreda; kałay huner
her çilonê bê meta’î; ew xerîdarî heye