şoxekem dîsan dyare cîlweyî nazî heye

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 2 minutes  899 views
şoxekem dîsan dyare cîlweyî nazî heye
çîhrî řengîn, mûy mişkîn, ḧusnî mumtazî heye
lenceyî tawis û xettî kebik û perwazî şehên
sewtî bulbul, xałî qumrî, çeşmî şehbazî heye
bo hêrş, bo tîpî ’uşşaqî; befirmanî biro
çeşmî xwênřêjî le mujgan, fewcî serbazî heye
wek dû le’lî şeker’amêzî; ke lêwî pê dełên
ḧaşa lîlla, ger le me’den mîsil û enbazî heye
’eskerî mujganî, êranî musexxer kirduwe
wek emin bîstûme êsta; meylî qeqfazî heye
her kesê řûy ew bitî zîbayî dîbê, têdega
tibitLocation û ferxarLocation û keşmîrLocation şoxî tennazî heye
mah û mîhre, zułf û çîhre, yane sîḧrêkî mubîn?
ya weku mûsa yedî beyza û û î’cazî heye?
ger depirsî: dił betenhayî le dûrît çon dejî?
şew hemû şew, yarî wek xem, meḧremî řazî heye
’aşiq û me’şûqe zorin, ey řefîqan ḧeq biłên
kê weku guł, yarî wek min; nukte perdazî heye?
ey edebPen name herçende şî’irit kurdîye, emma bemin
şî’rî to, sebkî kelamî şêxî şîrazî heye