lew dem bebaẍî naz, gułî me řesîdeye

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  834 views
lew dem bebaẍî naz, gułî me řesîdeye
camey şikohî xunçe dehanan diřîdeye
sed care: serû, cîlweyekî bê, le terzî ew
kwa wek qedî sinewberî wî, ser keşîdeye!
şew ta seḧer, le nêşî serî zułfî; ḧałî min
wek ḧałetî şewaney ef’î gezîdeye
xałî zumuřudî, ke leser le’lî lêwîye
bo: wî kemałî ḧusin û beme: nûrî dîdeye
daẍî qibûłî ’îşqî, le dîdarî ’aşiqan
řengî peřîde, qametî çengî xemîdeye
dił, ger bedamî zułfewe bû, şewqî xałî bû
dane neçîde besteyî damêkî çîdeye
ta têk neçê bebadî seba, çînî tuřekey
dernakewê çi xwênê deka; em terîdeye
cana! edebPen name xumarî meyî ’îşqe, tuxuda
camî le balebêkî le badey lebî deye