eger tûbaye wek to, cennet ara

From the Book:
Dîwanî Edeb
By:
Abdulla Bey of Misbah Diwan (1859-1916)
 1 minutes  1055 views
eger tûbaye wek to, cennet ara
le şêwey qametî toye; nîgara
çe sîḧrêke! bedû zułfî çelîpat
ke meqbûłî; be’îslam û nesara
le diłda: ateşêkî ’alem efroz
le dîde: gułşenêkî ’alem ara
heta dûrim; dełêm detgirme baweş
ke dême řûbeřûy to; nîme: yara
nehanîy bû le diłda sozî ’îşqit
le dûdî sermewe bû aşkara
bedîdarit; eger tarê le zułifit
bemułkî «key» bidem, ya textî «dara»
bexwênî min; eger serxoş debî to
weku camî subuḧit bê gewara
le cewrî to, diłim neşkawe, qet min
’eceb lew şîşeyey neşka, bexara
dełêm: cana, mudarayek, defermiwêt
degeł ’aşiq, eger bûbê mudara
edebPen name; bew ẍayetî to pay bendî
befryadit biga şahî buxara