44

mem le girtûxaneda bote çilekêş
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  683 views
biřwane leřûy geřanî gerdûn
carêk bizeye û de car girj bûn
herçî ke biřêk biřew peya kat
gurcê deyewê de xakî řa kat
nizme û heçî berzî serzewî bê
pêy xoşe ke çeşnî wî newî bê
nabînî ke řojê serzemînê
her řoje dexate xorinşînê?
çewte, dize, lare, xware, dûřû
wa hatuwe, wa debê, weha çû
nexwaze neyarî diłteřane
her ême dehařê lem geřane
diłman degrê be dawî nazan
pêxustî deka leber berazan
pêşan be humêd û şad û xoşîn
paşan le desî zûxaw denoşîn
mem degrê be dawî biskî zînê
řoydêłê le çał û jêr zemînê
ew çareřeşî kizî bext kem
bê dost û hewał û yar û hawdem
ew bulbulî wêłî deşt û çîmen
zîndanî řeşî kira nişîmen
hawřazî kuł û keser xefet bû
zîndan nebû, gořî tengeber bû
tûşî bibû derdî gořeşarê
her tawe hezar çelan ne carê
çał lêy bwe çałî mangî nexşew
ew mange dûḧewte bû be yekşew
bê xwardin û xew le řenc û êşa
bwe goşenşîn çiley dekêşa
derwêş ke kirûjme ka le qujbin
dostî nebê her şitêk deka win
carêk wekû xwaperestî benyaz
gaga wekî diłteřan be diłxiwaz
her tawe legeł kułê girînî
bew wênewe řûy dekirde zînî:
ey bendî dił û çiray derûnim
ey beste be to nebûn û bûnim
meznît beřast, bo geda befîzî
napirsî le ême çîte zîzî!
le diłim dedřî kirasî aram
gîrodeyî tom û nayeye lam
leylê were şêtî xot bibîne!
çawî teř û sûre jînî şîne
şîrîn tirî, şîrnê kemêk dad!
yadêk be diłit biga le ferhad
dinya ke le min buwe be zîndan
emřo betenê minim musułman
fermayşî xoşewîstî xwaye
fermûdeyî ew dyare waye
dinya ke beheştî gawrane
zîndanî diłî bebaweřane
herçende diłim gelêk peroşe
çunke le řêgey te daye xoşe
swêndim be dû lêwî teng û ałit
bew biskî řeşt be wirdexałit
swêndim be berî beyanî lacang
bew henye ke şoq deda be řûy mang
swêndim be dû çawe mestekanit
sed carê be şîwî naw memanit
swênd be bizey ke dête lêwit
swêndim be dû memkî şekiresêwit
swêndim be nemamî bejin û bała
sed sałî tirîş bijîm le çała
ta mawe henaseyek dezanim
to naçye derê lenaw gîyanim
lew bende ke wa şetek dirawim
pêt wanebê lêt humêdbiřawim
řoşim ke berin benaxî giłda
dernaçê humêdî tom le diłda
herçende ke mîr beser mina hat
em care be lanî dujmina hat
bê cê nebû zor sipas ke wa bû
ew cil ne be bejnî min biřabû
şazadeyî û min geda û hejarim
çon řêm dekewê bibîte yarim
to řojî betîşk û min giłî řeş
min çiqił û diřû, eto gułî geş
toy tazenemamî baxî jînê
toy gewherî şewçiray zemînê
mem sîsepepûleyek lepřida
wîstî ke bisûtê xoy le giřda
to mangî geşî û le bêbeşî min
dadeřzê be tîşkî to leşî min
min lulupeř û etoy hetawim
lêt dûrim û nuqmî awî çawim
ba yadî gułim diłim derênê
diłdarî hezar ewende dênê
ba biřzê leşim le girtûxane
esrîn le gilêne bibne tane
derwêşim û eşkewtinşînim
diłxoşî ewînî řûyî zînim
mem ber lewe bimrê mirdinî dîy
em mirdine jîne! mirdinî çî?
pa bibwewe kewte řîzî çakan
derçû bû le çînî aw û xakan
tîşkêkî geyîşte naw derûnî
řûnî diłî bibwe řênmûnî
hêşta çileyek nebûbû têpeř
serpakî gumanî bûne baweř
sûrbûnewe boy şitî nihênî
řastî weřê hat û kewte şwênî
hawîştî le dił ewînî têkuł
guł hate berî lebatî pêkuł
gyan bawyetî çî le laşî pûçeł
gepcařî minałe darî koteł
gułgeşt û beheşt û deşt û çîmen
lew çałewe lêy bibû be dîmen
dar û dewen û çił û çya û kej
bê gyan û jyaw le aw, leser bej
herçî ke be dił lewî denorî
herçêkî be bîrya debûrî
zînêkî dehate pêşî çawan
diłdarî beřastî řaste, a, wan
estêregerî dekird le çała
çarey řeşî xoy dedî le xała