43

mîr û mem şetirinc deleyzin
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  618 views
şaswarî binarî xaweristan
xway berz û biłindî řojperistan
řoşnikerewey bej û kej û ko
katê ke weserkewt le aso
tîřêjî ke řişt û dabeşî kird
dewrî şewezengî da û kişî kird
mang bew kişe, mate û koy sitêran
wek pyade le gořê hełwejêran
mîr ew şewe çeşnî şêrî zamar
her cîngił û pêçî da wekû mar
şewgarî geyande řoj bebê xew
xem kewte diłêkî, xew deka řew
şay tawê ke hate ser zemînê
şay ême geyîşte şanşînê
fermûy ewî nokerî bekarin
herçî le çek û şimek teyarin
kê deskerewen hełî bijêrin
dewrem den û pasî min bidêrin
emřo demewê beser mema bêm
ba bizanê ke ew çîye û emin kêm
bom bang ken û nabê pê bizanin
tajdîn û ewanî ser bewanin
mem dî le telarî mîrî dû řeng
řazayewe kořî bezim û aheng
hercê piřî xoş û bonî xoşe
meygêř dełê xoş be, mey binoşe
paş tawê be mey ke sergerm bûn
şermin ke be bade bê şerim bûn
hîç dwanê nema le dêw û le dirinc
kêşay wite ta geyîşte şetirinc
řûy kirde memê eger bixiwazî
wîstim legełim bikewye bazî
amrazî leystinit le pêşe
kêşey min û toye dest bikêşe
kê birdîyewe mercî ême wa bê
herçî deyewê debê řewa bê
lawêkî lela bû mîr, çi lawêk
aza û bekar û xêwî nawêk
řostem desî bestirabû lay ew
bo cwanî nebû yekêkî tay ew
sertopî kuřan û nawî «gurgîn»
merd û be’emek giran û sengîn
hawbazîy û hawdemî memê bû
hawşadîy û hawxemî memê bû
zanî çîye, xoy geyande tajdîn
tajdînî wekû piłingî bebrîn
agayî be ’arf û çeko da
her şêre çekî heray lexo da
řazawe kemer be xencer û şîr
diłgîrî bira gehane kin mîr
lem hatne mem dûbare bû geş
morey le dûbare bûne dûşeş
esp û řux û fîl le derke hatin
dyan mîr û wezîr û şaşî matin
mem dyare le wazî karî saze
mîr boye dełê dû destî taze
em desteşî birdewe demewcar
dîtî le řwange bekirî şovar
wa zîne le pencere dyare
çaw û diłî çawenořî yare
řojêke le mang degêřê çawî
biřwane çi dawê kewte dawî
kaye, witî: mîrî min becêye
nabeytewe takû mem lewêye
ba cêgeyî xoy be to wegořê
lêm řûne de destî mem dedořê
mîr gořyewe cê becêy memî jar
cêgey memî kewte řûbeřûy yar
her çawî memê kewt be řûy zîn
gurcê le desî çû fîl û ferzîn
çawbiřkê becorê hoşî gořand
espî be pyadeyek dedořand
lew dîmene mem weha bibû mest
hoşî nebû day le destî şeş dest
ha mem! witî mîr: debêne diłxiwam
fermû çi dełêy, witî: leřêdam
fermûy ne şitêkî waye diłxiwaz
wîstim legełit bibim be hawřaz
řazî diłî xot ke aşkira key
lay ême girêy diłit řeha key
kêt diłbere, kê diłit le serye
herkê bê, firîşte ya ne perye
her nawî bihênî botî dênim
ger xwahîş û zore, bot desênim
hel hatuwe dîtî bekirî bêfeř
qel hate qiřîn û hate ser geř
herkes witî, yarî mem binasê
waqî wiř ebê û serî demasê
zor bo memî çareřeş kesasim
lew řojewe dîwme hêř û kasim
bêçweqerecêkî lêwkutawe
kirme û le qurim dirust kirawe
bejnî wekû darî jeqnebûte
wek selkebzûte, řûte pûte
řêy nakewê toy bibî be daxwaz
tûşim dê hezarî wa le řêbaz
ew tewse şitêkî way le mem kird
tas û wiřî kird, le hoşî derbird
gewrem! witî: řast nîye û diroye
hełbesteye, giftî serbexoye
ew şoxe ke bûme tozî řêgey
şazadeye, şanşîne cêgey
hêlane biłînde tuxmî pake
řûnakîye, nek le aw û xake
bê hember û wêne, nazenîne
şanazî zemîne, nawî zîne
ew gûtnî nalebar û naxoş
kîne û řiqî mîrî xiste ser coş
guřřandî le polî dest û pêwend
bo nayxene bend û bîkene pend
xwêxorê ke eşkinê nimekdan
zîndanî dewê letek şetekdan
dû sed kuřepałewanî ḧestem
yekcare hurujmî kirde ser mem
tajdîn û çeko û biray le dû ber
hestan wekû şêr û des be xencer
wityan gelî nokeran bwestin
çon êwe desî memê debestin
biřwanne me xo ne gêj û kasin
xow hêz û guřî me baş denasin
heryek le ême bê û le êwe pênset
dewkeyn be demî deban let û pet
ta mawe tinokê xwên lenêw řeg
yarîdederî debîn û komek
herkes lewe çep le mem binořê
guř gořyetîy û řê lexo negořê
mîr serwerî gişte, xêwî ferman
giftî wî lebanî çaw û serman
xoy herçî le mem bika řewaye
gyan û serî meş ledes ewaye
desbeste û bêdesîn leber mîr
wa gerdin û pîl û pê û zincîr
mîr bestî be destî xoy desî mem
tajdîn berî çawî girt temî xem
çarî çîye mîre xawenî kar
nanxoryetî çonî bêt berengar?
xunkar memî daye destî dijdar
zîndan buwe cêge bo memî jar
ew şare hemûy, cwan heta pîr
bo girtinî mem peşêw û diłgîr
lew řoje le herkes û le herkiwê
her tûk û niza dehate bergiwê