22

xwazbênî estê bo tajdîn
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  687 views
çend xoşe nexoş, nexoşî dił bê
kem mabê nizîkî goř û gił bê
lew kate bizîşkî bo peya bê
dermanî diłî bikat û çabê
çend xoşe wełam bigate diłdar
mizgênî bidatê saz buwe yar
dîsan were seyrî pîretayen
fêławîyeke fêłî lebne nayen
boy kewtewe naw cilî bizîşkan
çawîlke le çaw û des be pîşkan
xoy kirdewe lanî cûtelawan
xoşî û bize wa le lêw û çawan
mizgênî le çeşnî agirî geş
řûnakî dekird lewan şewî řeş
fênkayî deda diłî bekułyan
sařêj bû hemû birînî diłyan
mizgênî dira be xizim û awał
şadmanye, barî kird demî tał
kobûnewe her yekey le laye
çend pîr û řidênispî û melaye
herçî ke le pêş û keyxuda bû
giştî ber û řûy le małî şa bû
gutyan deserit geřê ser û mał
pêşkeşte jyan û zîç û mindał
meznî gelî kurdî, merd û řendî
xawen desełat û gîr û bendî
serman hemû pirdebazî ser řêt
çî sard û germ neyête ber pêt
toy sayeçewr leser serî me
toy handerî bo penaberî me
řût na le kesêk gelê be bexte
kê to netewê jyanî sexte
tajdîn ke nizîke xizmî toye
bendey hereçûk û nizmî toye
sawa bû le koşî dayk û bawa
sa wa buwe êste bîke zawa
hîwa eweye řeway bibînê
estê bideye be hawserînê
fermûy çi dełên deba weha bê
cêgîre şitêkî pêw řwa bê
demřast û mela biła newestin
tajdîn û sitê leyek bibestin
zor şade diłim be karî awa
pîroz bê jyanî bûk û zawa
hesta dem û des «çeko»y be dił jîr
bespasewe kewte dest û pêy mîr
xwazbênîkeran le beg le mîran
dara û nedar û law û pîran
pařanewe meznî kurdewarî
zîndû bê be kam û payedarî
fermûy bikutin dehołî şadî
wek ew hele kêye bête yadî
meygêř ne demî tinok tinoke
mey kone le zarî kûpe řo ke
hel hatuwe xem bideyn bebada
hełkewtuwekes le destî nada
kê zanî? wiçanî ba nexeynê
şew awse, çî debê sibeynê
diłşadîy û şîn berî zigêkin
giryan û kenîn berî likêkin
pêkhatî geřî em asmane
carêkî jyane dûy nemane
řûnake berêk, serêk tep û mij
kiçbexşe çelêk, helêkî kuřkuj
dinya wekû şîre lêy bitirsê
ger hate biřîn le kê depirsê?
hel hatuwe xoşe, çaweřêy çîn?
biřyar bê sebaretî be tajdîn
meznayetî lewê bwestê, êwe
damnên wekû xo, le êste pêwe
zor hatuwe ew be dewrî minda
dest pak û bekar bû her le binda
şêrêke le ceng, gułe le aheng
deng daweweyêke jîr û bê deng
pêwîste leřêy kuřêkî awa
emnîş emegim hebê le çawa
norey mine ca leserme hestim
bo komekî ew kemer bibestim
kê bê û kesî way hebê, gyanî
nabexşê leřêy be kameranî
ger bimbê ne her serêk, hezar ser
gencîneyî ser zewî seruber
neydem le řêgay kesêkî wa da
merdayetî min biçê bebada
tajdîn ke lewê desewkemer bû
berwankeyî karkerî leber bû
ew xêwî şikoye her lecêda
lêy kirdewe xoy le xoy girêda
řazandyewe core nan û xwanêk
xwan her mełê, bibwe ’asmanêk
pêt wabû leser selan lecêy nan
kullêreyî mang û řojî hênan
ew lengerîyey le zêw û zêřan
’asmanî leser desan degêřan
ta kawiř û kîsgî ’asmanan
birjan û nirane ber mîwanan
her qapî zelam le řengî burcê
serpoşî fiřê dira bû gurcê
kocîle û pyałekanî feẍfûr
estêre û řoşnî deda dûr
şakaşî hemû le çeşnî ’embar
serřêj wekû newsî pyawî bedkar
xwardin hemeřenge çewr û şîrin
nermîş bo beşî ewanî pîrin
awxore û qumqimokî çînî
naw jûr degeřan be nazenînî
estêre geřîdebûn ewane
detdîn hemûdem ne her şewane
hermê û hułu, şełanîy û sêw
detwanewe her degeyne ser lêw
narinc û behê û henar û lîmo
çerxyan bû leber şeqa wekû go
mastaw û guław, xoşaw û qendaw
fênkayî diłan û cwan leber çaw
espender û darî bon desûtan
bonêkî beheşt dehate lûtan
dengixoşî benaw û deng, semaker
dinbegjen û tepił û deffelêder
detřiwanî hemûy beşêwe hawřeng
lew bezme hemûy bibûne hawdeng
şimşał û kewan û tar û tenbûr
zuřna û keřena û saz û semtûr
ḧeyran û meqam û xałî řêbwar
payîze û nîweşew, erê yar
wêkřa der’eçû be řêkupêkî
bê qorit û girê, be lûsulêkî
bilwêr ke desî dekird be nałan
deybird dił û hoş û bîr be tałan
meygêř be berame gêj û wiř bû
meyxor wekû kûpe wirgî piř bû
bangî bû le kûpe xuřxuřî mey
serxoş be! xem û keser heta key?
şit hênde hebû, kê le çî depirsî
kê bîrî dekirdewe le birsî
sernûserî ’asman lewêda
řama bû binûsê xoy fiřê da
dîtî ke hezar yekî binûsê
nabřêtewe ta binûs dexûsê
zuhre le sema kewt şikawbał
xoy şardewe mang le kuncî qirjał
keywan çuwe dołçeřêy nenasî
kiřyar serî birde wirgî masî
komeł hemû dûr le derd û axan
pîrêjnî ’asman le daxan
kom bibwewe, řengipeřîw û cařz
hîç karî nemabû bibwe kadiz
şarî û řemekî û nenas û geřnas
dara û nedar be kewş û pêxwas
giştî diłî xoş le bezim û aheng
peyda nedebû be tît û diłteng
katêkî le kořê çûneder pîr
law hatne cêge bangî kird mîr
toy lawî bijarde mem le nawa
her xot bibe arîkarî zawa
řazawe le çeşnî yek le berga
yek bebzeye, yek kizey le cerga
derçûne derê ke řaybibwêrin
gwê tawê le řazî yek bidêrin