21

geřanewey tayen bo lay çawmestan
From the Book:
Wergêřanî Mem û Zîn
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  609 views
ew her dû bejin nemamî wa şeng
danîştû le çeşnî xunçe diłteng
xawî meyî xewpeřênî dwênin
be humêdî meyêkî xemřewênin
çawyan degeřand dîyan lenakaw
wa tayene dê be wirdehengaw
seyrî bû ke pîre hate jûrê
pûrey bû perî le dewrî pûrê
pîroze geyşte dîdemestan
maç geyye hezar le laq û destan
wityan biłê ew firîşte kamin
dûrin le wizey to ya ne řamin
ew dû perîyet le tepke hała?
yan hatîyewe be destî wała!
ew tîrî le cergî ême řaçûn
hawêjerî wan dezanî kê bûn?
swêndim be dû çawî mestî êwe
wa dêm, witî lay ewan leřêwe
çendim bezeyî bewaneda dê
çû kirduwe bejnû bê beła bê?!
her carê sitê û zîn debêjin
çawyan dû pilûske xwên deřêjin
tayen deberû mirê kiçanim
çendisałe ewêste pêw dezanim
ew cûte kuřew çilon bijardin
çontan be xuday ewîn sipardin
bew xwaye ke kes nîye le řengî
ew cûte le barî şox û şengî
sertopî kuřanî em cîhanen
tay êwe eger biken, ewanen
dû sêwî beheştî let kirawin
dû let eweta dû ew dû lawin
way girtine ber be çaw û řawan
her hênde bû şêt nebûn letawan
awrî degeyande newt û pûşû
her xoşî dekird û giř biłînd bû
dił tûre, ewîn giřêke dagir
dił çend teře hênde degrê agir
wek taqe leş û ewîn çiraye
gyan řone piłît ne aşkiraye
ger řon û piłîte ger çiraye
besrawe hemûy be taqe taye
bem agire giştîyan seruber
sûtan û yekê derî nekird ser
gutîyan debê bibye çaresazman
karêkî bikey neşêwê nazman
awdêrîy û, ême hêşte kałîn
toman nebê, ême lał û pałîn
toman nebê wişk ebîn û bê ber
hoşman nedeyey dekeyn xezełwer
toy bo me beřasî serperiştî
her to kes û kar û gişt le giştî
netut wekû dû pepûle ew law
bo men piřûkaw û hełpiřûzaw?!
deysa debê çende çaweřwan bin
zû neçîyewe zor nizîke şêt bin
her řake belez biłê be tajdîn
ew’estî dewêt û mem zîn!
mizgênî lewan bê ême sazîn
awatî me şew bedił dexwazîn
bo wan diłî ême germ û nerme
dirkanî girane, kiç beşerme
ew perde leřûy kuřan nemawe
şermêwnî dimbegî diřawe
xwazbênîkeran binêrne pêşê
hîwa heye kes piřî nekêşê
to xwa biłê bew dû lawî diłbend
çendyan heye dost û dest û pêwend
herçî ke dełên nizay řewaye
giştî le xuda biken tikaye
em dûrîyeman lenaw welabat
pêkman bibřê û bigeyne awat