heway nesîmî
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
910 views
bexakî wiłatim, gelim, mîlletim
kesim komełim la’eben zîlletim
hewayî nesîmî beser gułşena
le seyrî řezan meḧu’eka ’îlletim
bebaẍ û bebêstan û mîweyî cwan
be’awî řewanan ebê lezzetim
le damênî bêstan temaşay çya
le bîrim çilon der eka ezyetim
wiłatim guł û aw û baẍ û řeze
weku kewsere kanîy cennetim
biłind û be’îyrade şax û çyam
weku ew biłinde minîş hîmmetim
esîrîPen name le řêy xakî pakî weha
bikujrêm fîdabim nîye mînnetim