bo mudîrî ka’înat
From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
1 minutes
836 views
daym lefîkir û zîkirî xeyałatî mîlletim
boye wa kiz û melûl û besoz û ḧesretim
ey řołe derdî to bendî cigermî biřî
te’sîrî daẍî ḧałî tuwe min be’îlletim
em kûreyey le sîne degřê weha becoş
tyaya beřastî desûtê cergî let letim
şerit bê nekem le karî to yek zeřeyê qisûr
gerçe le me’rez tûşî sêdare û petim
min pîr û murşîdî tom newřesîdî guł
ger bimkujin le îşî toda, nabê mînnetim
em arezûy ateşîne lemin aşkare bû
lomem deken le tewbîx û beḧis û suḧbetim
herçend ke tûşî tehlukeyê bim le řêy weten
dem dem zyad ebê şeref û şan û ’îzzetim
çarey to întîbahêk û ’îlim û me’arîfe
çarey minîş fîdatî bikem neqdu serwetim
’erzî esîrîPen name le xizmetî mudîrî ka’înat
yarebî teřeḧumê begelî kurdî mîlletim