cergî let letim

From the Book:
Dîwanî Esîrî
By:
Asiri (1895-1962)
 1 minutes  955 views
daym le bîrî wirdî têbînînî mîlletim
boye kiz û melûl û besoz û beḧesretim
ho řołe derdî tuwe bendî cigermî biřî
te’sîrî daxî ḧałî tuwe min be’îlletim
em kûreyey le sîne degryê weha becoş
tya beřastî desûtê cergî let letim
şerit bê nekem le karî to yek zeřey qisûr
gerçî muḧeqqeqe tûşî sêdare wu petim
min pîr û řehberî tom newřesîdî kurd
ger bimkujin le karî toda nabê mînnetim
em arezûy ateşîne lemin aşkare buwe
lewmem deken gehê, heřeşe û basî cennetim
herçen ke tûşî tehlukeyê bêm leser witin
dem dem zyad ebê şeref û şan û ’îzzetim
çarey to zîndeyî wu ’îlim û sen’ete
çarey minîş fîdatî bikem pûl û serwetim
’erzî esîrîPen name le xizmet mudîrî ka’înat
yezdan bezeyît bê bekurdî hejarî mîlletim