pênc xiştekîy safî leser ẍezelêkî ’ewnî

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 2 minutes  1481 views
huzarî xunçezarêkim ke řûyî newbeharêtî
nizarî lalezarêkim ke dił wa daẍdarêtî
fîdayî lêw û zarêkim niqûdî can nîsarêtî
xumarî çawxumarêkim hezaran wa xumarêtî
esîrî zulfî yarêkim hemû ’alem şikarêtî
be tewq û kotî kakołî le pay xistûm û tasandim
wekû nêçîrî seyadan le xûnî xomî gewzandim
kirîşmey goşeyî çawî bû îmřo zîhnî şêwandim
wekû leyla be sed naz û nezaket ’eqłî lê sandim
diłim da’îm wekû mecnûn le ’eşqa bê qerarêtî
le her řemzêkî sed naz û nezaket daye em şoxe
le her ẍemzêkî sed fîtne û hîlaket daye em şoxe
hezaran tacî şahî wa le jêrî paye em şoxe
le îqlîmî melaḧet çunkî bêhawtaye em şoxe
debînim çend şehenşa wa mutî’î rehguzarêtî
omêdim na le jîn weqtê qyamî qametî lawî
ke westawin le bo qetilim pyadey perçemî xawî
çi çarey tîrebarane le pence û destî xwênawî
dezanim demkujê çaw û tenafî zulfî daw dawî
biroy qews û mujey peykanî ’uşaqî hejarêtî
meta’î can le řêy ’eşqî be tałan û xesaret çû
hemû ’umirim le hîcranî be sed ’îciz û meraret çû
gedayî dił be mezlûmî le jêr textî nezaret çû
be ẍemzey çawekey ’eqił û dił û dînim be ẍaret çû
xuda çî bû kewa îmro hemû kes întizarêtî
diłî bulbul lebo xunçey demî her ax û oxêtî
ke zaẍî xałekey da’îm le baẍî sêw û xoxêtî
le řû guł, perçemî sunbul, dû nêrgis wa le řoxêtî
gułî řuxsare, xunçey lêwe ’er’er qedî şoxêtî
gehê bulbul, gehê qumrî, gehê dił wa huzarêtî
’ecayîb newbeharêke ke gułşen çetrî hełdawe
le layê sunbul û nesrîn, le layê nêrgisî sawe
be nałey bulbulan safîPen name meger çi buwe, çi qewmawe?
şikofey ẍunçeyî lêwî le baxa wa demî dawe
we ya boy ’etre «’ewnî», xendeyêkî lêw û zarêtî