pênc xiştekîy safî leser ẍezelêkî narî û tahîrbeg

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 2 minutes  2190 views
min û dił emřo ew şoxe le xoşî yek be dey kirdîn
le camî le’lî serxoş û muqîmî meykedey kirdîn
heta meḧşer xumar û mestî naz û neş’ekey kirdîn
be ẍemzey çawî mexmûrî syahî mestî mey kirdîn
be maçî lêwî musteẍnî le enwa’î mezey kirdîn
be ew yare biłên yaran çîye sûç û gunahî min
nesîm engût û şew řoyî çemen wała bû mahî min
çi qewmawe meger qurban ke wa bestûte řahî min
tiraza bendî suxmey ałî gułnarî be ahî min
keçî destî leser dana le seyrî baẍî bey kirdîn
lebo yek merḧebayê çûme lay yarim be serxoşî
nîqabî xiste řuxsar û becarê kewte xamoşî
ke wam dî řoyî aramî dił û sebir û feramoşî
be hewrî perçem û zułfî řux û ebroy ke dapoşî
le şewqî řu’yetî bedrî hîlalî yekşewey kirdîn
řefîqanim kesê ’aşiq nebê lem sîřře nazanî
le layê yar ḧeyatbexiş û le layê qabzî canî
le her dû lawe teslîmim biłên destim be damanî
egerçî kuştimî xo qabîzul’eřwaḧî mujganî
be qanûnî mesîḧayî be xendey lêwî ḧey kirdîn
lebo xwênřêjî ’uşaqan nîgarim gerçî bêbake
welê ey dił le řûy ummêdewe carê temaşa ke
mełê safîPen name zeman axir bû kes îmdadî kes naka
dewayî derdî dił «narî» le «tahîrbeg» temenna ke
biłê emřo guł’endamê be tîrê cergî pey kirdîn