sebeb çîye ey diłî dêwane dûbare peşêwawî

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 2 minutes  1295 views
sebeb çîye ey diłî dêwane dûbare peşêwawî
le ’eqił û fehmewe derçûy, le ’eyb û ’are wa mawî
meger meḧkûmî yarî ya leber î’damê tirsawî
wekû kuştey qesab ey dił çîye wa ẍerqî xwênawî
le goşey bêkesî da’îm le ẍemda mat û damawî
le mułkî ḧusin û îqlîmî melaḧet take em şoxe
’eca’îb şah û ’arz mah û tînet pake em şoxe
dila sed kuşteyî wek toy le jêr pê xake em şoxih
eger fermûy le qetlî ’aşiqan bêbake em şoxe
hezarî kuştuwe wek to qedî lawlawî û lawî
be ḧelqey zulfekey, yarim ’eca’îb dawî danawe
be daney xałekey ser řûy ferîbî ’alemî dawe
le weḧşet bû ke teyrî dił be nêwya hat û tê mawe
çi seyadêke, sed weḧşî le çînî pirçî pêçawe
xełasî to nîye ey dił le dawî zułfî badawî
le ser sefḧey şehîdane le sayey ’eşqî to nawim
bike řeḧmê be min qurban be ẍemzey toye kujrawim
le řûyî dostî carê binore eşkî xwênawim
eger feřzen ’edû bêtin bibînê çareyî çawim
le bo min xwên debarênî leser dû çaweyî çawî
diła boçî dewam nakey le ’eşqa herçî tûşt bû
gutî çibkem ke şêwawim be sîḧrî çawekey cadû
le pîrî ’eşqewe pirsîm ewîş dûbare way fermû
diła, dêwaneyî xote ke yar bêmeyle derheq tû
we’îlla ew leser ew ’ehde mawe to eger mawî
le teswîrî biroy ba cedwelî neqqaşî çîn derçî
le terzî qametî berzî qedî şimşad ’er’er çî
le wesfî newxet û xałî tewaw bû ’umrekem gerçî
le te’rîfî biłêm çî ba qełem derçî biłêm herçî
tewaw nabê beçî ewsafî pêçî perçemî xawî
le derdî bê dewa bûyme ẍerîb û şûhreyî şaran
du’aman bo biken êwe û xuda zumrey wefadaran
le řastim, gwê medin be qisey řeqîb û qewlî bedkaran
mełên safîPen name ke êstêke le yadî yar nîye, yaran
le diłda fîkirî diłdar û hemîşe zikir eka nawî