nîgara řûyî řeḧmê ger leser ew ’ehd û peymanî

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 2 minutes  1609 views
nîgara řûyî řeḧmê ger leser ew ’ehd û peymanî
diłî bêçarekem me’lûlî toye çî le luqmanî
were beşqî xuda ya bîkuje ya bîke dermanî
fîdat bê ew řuḧî şîrîn hetakey dił perêşanî
bełayê wat beser hênam çi kes dermanî nazanî
le bê ’ehd û wefayî bû weha menfûrî toye dił
le řesmî piř cefayî bû kewa mehcûrî toye dił
xuda hełnagrê cana peşêwî dûrî toye dił
zemanêke le goşey bêkesî řencûrî toye dił
ḧebîbim ke’be keç nabê eger xot bêye serdanî
le neqşî ’arizit ḧeyrane da’îm manîyê çînî
leser řû perde bes lade hemû şexsê ke netbînî
le dił sebir û le ten taqet, le serya ’eqił namênî
kesê lem ’esre neydîwe beşer wek to be şîrînî
teḧeyur ma le teswîrit eger neqaş eger «manî»
le feryadim were ey gyanî şîrîn řojit ewřoye
diłim meşkêne bestey zułf û xestey perçemî toye
le tifłî ’ebdî tom êstêş le bo tom şîn û řořoye
le mindałêwe tewqî bendegî tom her le estoye
wekû qumrî denałênim, ’ezîzan diłberim kanî?
le qelbim ta řemeq mawe were ey canî şîrînim
teřeḧum ke, be serma řabre, tê fikire nałînim
le nez’a fa’îdey nada du’ay teskîn û amînim
were ser çaweyî çawim, binoře seylî xwênînim
qyasî nakirê esła le ḧewz û coge wu kanî
le derdî dûrîy yaran nema aram û teskînim
werin satê le řêgey xwa bipirsin girye wu şînim
necatîm den le em derde be mirdin ya ne xo jînim
biłêne şoxekem takey le dûrî her binałînim
çîye carê wekû ’areb ke destim gate damanî
le nêw tabûrî ẍem wa hat le te’lîmatî meşqî to
çi tirsî qeyd û zincîre le esto daye tewqî to
be mujdey wesłî pabosît ḧeya wa çû le şewqî to
heta êstêke meşhûr bû be bednamî le ’eşqî to
çi bakî lomeyî ẍeyre lemewla safî hîranîPen name