qeddî şeng û şox eger bê serwî bustanî tuwe

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  1232 views
qeddî şeng û şox eger bê serwî bustanî tuwe
baẍî sêw û xox eger bê newgułistanî tuwe
zînetî ẍîlman û ḧorî ḧusnî toye diłberim
«cenetulme’wa» eger bê taqî eywanî tuwe
wa ke «mewla» wesfî toy kird wa be «lewla» řûḧekem
’alem û adem çi yaray senaxwanî tuwe
asman ḧesret le bo ’erzî dekêşê da’îma
çunkî burcî řoj û meh, çakî girîbanî tuwe
sîřřî «subْحەانە alّezîy ئەەسْreyArabic» nîşaney şahîte
tuřřeyî xetmî řîsałet morî fermanî tuwe
řazî «lî wiqit mi’ alilhArabic» xasî toye ey ḧebîb
’asyan boye umêdî ḧeşir û mîzanî tuwe
xakî jêrî ne’lekanit kuḧlî «ma zaẍ albisirArabic»
tûtyay çeşmî besîret gerdî damanî tuwe
xelqî eřwaḧî hemû ’alem netîcey ḧubî ton
ey hemû eřwaḧî ’alem bî be qurbanî tuwe
safîPen name bê sermayeyî teqwa le kuncî muflîsî
çawenořî gencî lutif û neqdî îḧsanî tuwe