ey nîgara besye ba dergey wefa bikirêtewe

From the Book:
Dîwanî Safî Hîranî
By:
Safi Hirani (1873-1942)
 1 minutes  2368 views
ey nîgara besye ba dergey wefa bikirêtewe
tabekey her dił le zîndanî cefa bikzêtewe
sebrî eyûbim le kwê bû, ’umrî nûḧim çon ebê?
pênc û dû řojêkî mawe řûḧ ke çû nayêtewe
er le řûyî řeḧme wabê, ya be’ezmî kuştinim
ey musułmanan řeca ken toxuda yar bêtewe
perdeyî řû hełgire cana wefay to, sebrî min
wek ḧeyayî ’aşiqan qetrêke ba netkêtewe
dił le qeydî zułfekey hêndey peşêwî dîtuwe
ta nefes mawe mefermû carê tir nasêtewe
řojî hîcran tarîye, yaxo şewî bextî mine
ya leser řûy, zułfî şêwawêtî dê û dexulêtewe
safîPen name bedmîhrî zeman û qiseyî řojî wefa
lêm mepirse toxuda ba zamî dił nekulêtewe