gułî awat

From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
 2 minutes  2236 views
ey gułî awat, geşet bê û pêkene
nextê nirx û feř bide bem çîmene
gyan peroşî bonî êwarante
ser perêşanî pyałey gułşene
bo mijî camî leba leb ałte
lêwî nasorim bebar û wişkene
bokiz û sîs û lûl û bê geşey
řîşeyî tura û tałît hełkene
kwa le kwêye bulbulî sewdaserit
boçî bê awaz û yozî degmene
***
guł witî asmanî pakî nîştiman
piř tem û hewrî bed û nařesene
wa lejêr tînî giřî dagîrkera
herdeyî řengînî xakim řûtene
-----------Missing
her ziřey zincîr û zirmey pêwene
seyrî pencey dujminî tînû bexwên
new gułî lawan ekate deskene
min ełêm ey guł geşet bê û pêkene
nextê nirx û feř bem çîmene
pêkene xwênî řijawî mîlletim
ba le pê bigir ewî lêm duşmine
pêkene emřo le cêgey dest û pê
bo qefî zincîrî dujmin gerdene
wa be xwênî ałî bêgerdî şehîd
şew ełêy řojî řewan û řewşene
pêkene wa tîşkî řojî řapeřîn
her leser lûtke hetaku damene
to temaşa berdî destî mîlletim
bo serî marî řijêmî bogene
seyrî kospî řêgrî řêgey xebat
cêge paçî mîllet û lûtî şene
pêkene ey guł ewa asoy necat
xo be xwênî řołekanman ełwene
mujde bê her hake naqûsî beyan
deng û awazî geyî bem mełbene