gwatîmala
From the Book:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
By:
Muhammad-Salih Dilan (1927-1990)
2 minutes
1012 views
pirşingêkî direwşedar
pirîskî eřwa şare û şa
bigate heç lûtke û çołê
geřûyê, çaweyê dołê
gułî sîsbûy germay sitem
milî keçî jêr barî xem
eyhênête birîq û hûř
eyka be gerdinî bilûr...
ew pirşinge her çende wa
serî hełda le řoj’awa
bełam řûnakyekey hergîz
napirsê hawîn û payîz..!
le řoj’awa ta řojhełat
řûnakyekey (tem) la ebat..!
gwê nadate (řegez).. newe
sipî bê řeş bê.. her ewe
geln.. gelan ewey ewê
jînî asûdey deskewê..!
çingî çewsannewe û azar
bibřê, destî nalebar
pel kirê, tozê nemênê
gerdî be dû çaw bibînê
ew pirşinge giřêkî sûr
exate naw asmanî dûr
enûsê.. aştî, azadî
geşey řizgar bûn û şadî..
geyştote ser wiłatê
be astem dengî egatê
her wek gułî berdî naw aw
dewr piştî hemû tenraw
be şepol û diřkî diř
be zelkaw û çiqłî çiř..!
ew wiłate her çen dûre
bełam hêcgar pişt estûre
sa îmřo bê ya xo sibey
ke çawey (řiq) hatewe pey
le bin her darê, bin berdê
leser her herdê ya werdê
gułanî be xwên aw diraw
milanî be dara kiraw
ew (pirşinge) dênewe coş
ekewne coşiş û xiroş
minîş lem xake dîlewe
be dem awazî zîlewe
ełêm nîştimanî xełkî
xêr û bêr û feř û kełkî
ebê bo xełkekanî bê
berî bo řencî şanî bê